Ji KCD’ê amadekariya 'Komxebata Kedê'

Ji KCD’ê amadekariya 'Komxebata Kedê'

Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê û Koma Xebata Xizaniyê û Koçberiyê, dê yekem car bi tevlîbûna gelek saziyên kedê "Komxebata Kedê" pêk bîne. KCD'ê ji bo komxebata kedê ya di navbera 09-10'ê hezîranê de dest bi xebatan kir.

Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê û Koma Xebata Xizaniyê û Koçberiyê, têkildarî "Komxebata Kedê" ku di navbera 09-10'ê hezîranê de pêk bîne li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. KCD dê yekem car li Tirkiyeyê komxebata bi navê "Li Kurdistanê Jiyana Kedê û Komxebata Rêxistinkirina Kedê" pêk bîne.

Di civînê de Endame Dîwana Serokatiya KCD'ê Edîp Yaşar, Endamê Koma Xebata Xizaniyê û Koçberiyê Yilmaz Guneş û gelek kesên din amade bûn. Guneş, di civînê de axivî û diyar kir ku Hikûmeta AKP’ê di betaliyê ji xwe re dike maşik û koletiyê pêş dixe. Guneş, destnîşan kir ku mirov û civak bi kedê heye û divê ked neyê binpêkirin û wiha got: "Di pêşketina demokrasiyê de rola kedê gelek zêde

Guneş, di berdewama xwe de destnîşan kir ku ew dê di komxebatê de li ser keda jin, zarok û ciwanan rawestin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo em di hemû kadên civakê de bibin bersîva pirsgirêkan ked, jin, ciwan û zarokan. Em ê li ser binpêkrina mafê kedê rawestin. Li ser çareseriyê rawestin.

Di komxebatê de dê mijarên:

"* Li dijî polîtîkayên koletiyê ya li herêma Kurdistanê lêgerîna çraeseriyê

*Li ser pêşnûmeya zagona teşwiqkirinê ya li herêma Kurdistanê de nîqaş bên meşandin.

* Li Kurdistanê di jîngeha kedê de keda jinê û rola jinê

* Rewşa karker û kedkarên demsalî û karkerên bê ewle.

* Rewşa karkerên bê sendîka û bê rêxistin û mafê wan.