Ji Însiyatîfa Ciwanên Apoyî banga çalakiyên bênavber

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, bang li tevahiya ciwanên Apoyî kir, ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî bênavber çalakiyan lidar bixin û li ber xwe bidin.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, der barê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê bi taybetî li Cizîrê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hizûra wijdanê me hemûyan her roj li Cizîrê bi dehan mirovên me ji aliyê çeteyên AKP'ê yên faşîst mêtînger ve tên şewitandin. Dixwazin van komkujiyên barbarî weke bûyereke ji rêzê nîşan bidin û gelê me hînê komkujiyan bikin."

Însiyatîfê bibîr xist ku ev hovîtî li pêş çavên tevahiya cîhanê tê kirin û destnîşan kir, ku jêrzemînên li Cizîrê niha veguherîne odeyên gazên yên li kampên komkirinê yên Hîtler a Faşîst û otela Madimakê ya Sêwasê. 

Însiyatîfê ragihand, ku êrîş û hovîtiya tê kirin, asta tirsa faşîzma AKP-Erdoagn ji Kurdên azad radike pêş çavan û da zanîn, ku ev komkujî wê di dawiya dawî de faşîzmê ji holê rake.

Însiyatîd diyar kir, ku AKP bi komkujiyan re dawiya xwe amade dike û got, "Divê AKP û hemû nokerên wê yên fermana mirina Kurdan dane baş zanibin; eger ferman a wan be çiya, kolan, bajar û berxwedan a me ye. Divê tevahiya gelê Kurd û ciwanên Kurdistanê li dijî vê wehşetê li her derê rabin serhildanê û her derê veguherînin qada çalakiyan."

Di daxuyaniyê de banga çalakiyên bênavber hat kirin û hat gotin, "Li ser vê bingehê divê ciwanên Apoyî her êvarê saet di 19:00 de çalakiya dengderxistinê pêk bînin, bi serhildanan bersivê bidin, dakevin kolanan û tavilê dawî li vê wehşeta li Cizîrê bînin. Divê hemû saziyên dewletê yên li Kurdistanê bên şewitandin, ciwanên me yên fedaî yên li Tirkiyeyê metropolên Tirkiyeyê veguherînin dojehê û hesab bipirsin."