Ji Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bangewazî

Ji Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bangewazî

Malbatên gerîlayên HGP'ê Cengîz Ozek û Ramazan Yilmaz ku di êrîşa li dijî Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê de jiyana xwe ji dest dan, piştî testa DNA'yê cezazeyên zarokên xwe wergirtin û ber bi Amedê ve bi rê ketin. Înîsiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Amedê kir ku xwedî li cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ramazan Yilmaz (Amed Farqîn) derbikevin û bi girseyî beşdarî merasimê bibin.

Malbata gerîlayên HPG'ê Cengiz Ozek (Erîş Gewer) û Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) ku di êrîşa 26'ê gulanê de li dijî Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê de jiyana xwe ji dest dan, piştî encama testa DNA'yê diyar bû, cenazeyê zaroken xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê wergirtin. Bavê HPG’î Ozek Nevzat Ozek û biraye Gerîla Yilmaz Mehmet Yilmaz li gel Wekîla Seroka Koma BDP'ê Pervîn Buldan Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û Parlementerê BDP'e yê Colemêrgê Esat Canan hatin saziya Tiba Edlî ya Enqereyê.

Malbatê û parlementeran piştnî cenazeyê Ozek û Yilmaz wergirtin xistin maşîneya cenazeyan û ber bi Amedê ve bi rê kirin. Li vir Wekila Koma BDP'ê Pervîn Buldan, axivî û wiha got: "Bi vê bûyerê re dîsa derket holê ku pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiya civakî û rawestina şer heye. Ji bo aştiyê divê em hemû têkoşînek hevbeş bimeşînin. Divê her kes ji bo aştiyê xwe bide bin berpirsiyariyê. bila serê gelê kurd sax be."Cenazeyê Cengîz Ozek dê sibê saet di 13.00’an de li Goristana Bajirgê ya Geverê bi girseyî bispêrin axê.

Înîsatîfa Gel a Amedê bang li gelê Amedê kir ku xwedî li cenazeyê gerîla Yilmaz derbikevin. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Berxwedana bêhempa ya Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya 37 salan a ji bo jiyanek bi rûmet û azad xwe bi giyanê fedayî li çiyayan û zîndanan nîşan daye û nîşan dide.” Înisîyatîfê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku êrşîşên “namerdane û hovane” yên li ser gelê Kurd berdewam dikin. Înîsiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Amedê kir ku xwedî li cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ramazan Yilmaz (Amed Farqîn) derbikevin û bi girseyî beşdarî merasimê bibin.