Colemêrg Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê di daxuyaniya der barê zarokê Kurd Ozgur Taşar ê ku duh di dema merasima cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cengîz Ozek de bi gulleya polîsên Tirk hat kuştin da de banga xwedîderketina li cenazeyê Taşar kir.
Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê di daxuyaniya da de got; “Keriyên polîsên dewleta TC (komara tirk) a faşîst û qirker ciwanek din ê Kurd ê bi navê Ozgur Taşar qetil kir û gelek welatparêzên Kurd birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Polîsên faşîst ên AKP’ê yên li hemberî berxwedana fedayî ya li Pinarbaşiya Qeyseriyê har û dîn bûye. Êrîşa wan a li Gever û Farqînê ya li hemberî gelê me dê bê bersiv nemîne. Gelê me berxwedana gelê me yê Gever û Farqînê silav dike û sersaxiyê dixwaze.
Di serî de gelê Colemêrg û Geverê, em bang li hemû gelê Colemêrg, navçe û gundên wê dikin ku xwedî li Şehîd Ozgur Taşar derbikevin û berxwedana bi ruhê serhildanê nîşan da xurt bikin.”