Hunermendên Kurd, Xelîl Xemgîn, Hozan Şemdîn, Hekîm Sefqan, Bengî Agirî û Peywan Arjîn, ji bo dengê xwe tevlî yê şoreşa azadiyê bikin, li Rojavayê Kurdistanê ne. Hunermend ji bo destekê bidin şoreşa azadiyê, bi slogana "Stranên Me Dengvedana Şoreşa Me ne" wê li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê konseran li dar bixin.
Hunermendên Kurd yên bi dehê salan ji ber siyasetên rêjîma Sûriyeyê li welatên Ewropayê bibûn penaber, bi xurtbûna şoreşa azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê, ji nû ve berê xwe didin welat. Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefqan, Hozan Şemdîn, Bengî Agirî û Peywan Arjîn, Piştî demeke dirêj, ev hunermend vê gavê li Rojavayê Kurdistanê ne.
Hurmendên Kurd ji bo destekê bidin şoreşa azadiyê, wê li gelek bajaran konserên şoreşê li dar bixin. Konser wê bi slogana "Stranên Me Dengvedana Şoreşa Me ne" werin lidarxistin..
Li ser navê hunermendan Xelîl Xemgîn daxuyaniyek da û weha got: "Armanca me ji van konseran ew e ku em piştgiriya xwe ya bi şoreşa azadiyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê destnîşan bikin."
Desteya Bilind a Kurd jî bang li gelê Rojavayê Kurdistanê kir da ku piştgiriyê bidin hewldanên hunermendan. Li gorî bernameya ji aliyê hunermendan ve hatiye amadekirin, dever û dîroka konser li wan were lidarxistin wiha ye:
-Roja Înê 17'ê Tebaxê Qamişlo û Tirbespiyê
-Roja Şemiyê 18'ê Tebaxê Amûdê û Dirbêsiyê
-Roja Yekşemê 19'ê Tebaxê bi tevlîbûna xelkê Hesekê û Til Temir konser wê li bajarê Serêkaniyê were lidarxistin
-Roja Duşemê 20'ê Tebaxê Kobanê
-Roja Sêşemê 21'ê Tebaxê Efrîn
-Roja Çarşemê 22'ê Tebaxê Dêrik