Her yek ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya Artêşa Jinan YJA-STAR’ê bi wesîşeya 15’ê Tebaxê peyamek weşandin. HPG’ê diyar kri ku artêşa tirk û AKP li Şemzînanê li jî HPG’ê têk çûye. YJA Starê jî da zanîn ku ew wekî hêza gerîla di biryara serkeftina têkoşîna şoreşê de ne.
Her yek ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya Artêşa Jinan YJA-STAR’ê bi wesîşeya 15’ê Tebaxê peyamek weşandin
HPG:ARTÊŞA TIRK Û AKP LI ŞEMZÎNANÊ TÊK ÇÛ
Peyama HPG’ê wiha ye: “ 28 sal di ser 15’ê tebaxê re derbas bû. Em dikevin 29’an. Em vê rojê ku cejna vejînê ye li Rêbere Apo, gelê xwe û gerîla pîroz dikin. Bi pêşengiya fermandar Egîd (Mahsun Korkmaz) di têkoşîna azadiyê em hemû şehîdê xwe bibîrtînin. Em soza ya xwe ji bo bîranîna wan nû dikin.
Pêngava 15’ê Tebaxê ku tê wateya ji nû ve vejîna gelê kurd, li Kurdistanê bûye destpêka hemleya gerîlabûnê. T êkoşîna gerîlya ku ev 28 sale bênavber didome taba giseya bi mîlyonan û şoreşe Kurdistanê aniye asta pêkanîn. Têkoşîna şoreşyê ya ku bi pêşengiya gerîla tên meşandin di sala 2012’an de ji nû ve hatiye sazkirin û bi artêşa fedayî ya gerîlyan re dê Azadiya Rêber Apo û çareseriya Xweseriya demokratîk a Kurdistanê bi ser bikeve. Dewleta tirk û hikûmeta AKP ev saleke li Îmraliyê li ser Rêber Apo bê navber tecrîda girankirî dimeşîne.
Li hemberî gelê me polîtîkayên qirkirina çand û siyasî didome û li dijî hêzên gerîlayên me hemû rêbazên îmhayê tê bikaranîn. Li hemberî van polîtîkayên qirkirinê ji meha tîrmehê ya sala 2011’an hate niha berxwendaneke mezin tê meşandin. Têkoşîna me ya gerîlatiyê ku bi pêşengiya heval Egîd di 19’ê hezîranê ji berxwedana Oremar û Şitazin dest pê kir û niha li Şemzînan û Çelê-Rindikê didome. têkoşîna me gihiştiye asteke nû. Gerîlayên me ew kirine bin kontrola xwe û bi terz û taktîka şerê şoreşgerî, şert û mercên xweseriya demokratîk li herêmê ava dike. Li qadên heyî de gerîlayên me serdest in. Hikûmeta AKP û Tayyîp Erdogan jî bi nûçeyên derew hewl dide rayagitşî bixapîne. Îdia dike ku ew li dijî gerîla bi hêz e. Lê ev ne rast e. Li Şemzînanê artêşa tirk û hikûmeta AKP’ê têk çûye. Gerîla bi ser ketiye. Ev jî nîşan dide ku dê 29’emîn sala 15’ê tebaxê dê çawa be. Em têkoşîna xwe dê bi ruhê 15’ê Tebaxê bilindtir bikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelê me vê cejnê bi coşeke mezin pêşwazî bike. Êdî tu kes serî li hemberî AKP’ê natewîne. Eji hemû hêzên demokratîk ku têdikoşin re serkeftinê didwazin.
YJA STAR: EM Ê BI SER BIKEVIN
YJA Starê di peyama xwe de wiha got: “Em cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê kurd, gerîla û jinên kurd pîroz dikin. Em Heval Egîd û şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Em soza ya ji bo têkoşînê nû dikin.
Guleya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate avêtin ji bo gelê kurd ji nû ve vejîn e. Ji bo jinên kurd jî destpêka pêngava têkoşîna azdiyê ye. Ev gule li zihniyeta serdest a mêr hatiye xistin. Jinên kurd bi vê yekê re li dijî zihniyeta serdest a mêr serî rakirine û nasnameya zayendê naskirine û têkoşîna gerîlatiyê meşandine. Jinên kurd din ava têkoşîna rizgariya netewî de bi gerîlatyê têkoşîn hîn kirine û artêşbûn pêk anÎn. Bi navê xwê yê îro YJA STAR’ê ji têkoşîna netewî re pêşengî kriye û ji bo azadiya zayendî têkoşiyaye.
Ji Şehîda me ya yekemîn Besê Anuş dest pê kiriye û îro bi Zîlan, Bêrîtan, Sema, Nûda, Dîcle û Rozerînê didome. Di pêngava 15’ê Tebaxê di salvegera 28’emîn de gihiştiye asteke nû. Em weke hêzên gerîla ya YJA STAR’ê di serkeftinê de bi biryar in û em ji hemû tên berxwedêr yên têkoşînê didin re serkeftinê dixwazin.”