Ji HPG'ê daxuyaniya li ser şer
HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan li Şirnex, Bedlîs û Colemêrgê çalakî lidar xistine.
HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan li Şirnex, Bedlîs û Colemêrgê çalakî lidar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapmemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
BEDLÎS
"7'ê Hezîranê saet di 19:00 de artêşa TC li herêma Nanîvan a ser bi navçeya Bedlîs Xîzanê dest bi operasyonê kir. Di dema vê operasyonê de, hêzên me yên gerîla di sibeha 8'ê Hezîranê saet di 07:45'an de li hemberî yekîneyeke veşartî ya dijmin çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin. Ev operasyon hînê dewam dike.
ŞIRNEX
Roja 7'ê Hezîranê saet di navbera 16:00-17:00 de hêzên me yên gerîla rêya navbera Şirnex-Elkê birîn. Li vê derê nasname kontrol kirin û li ser pêvajoyê agahî dan gel. Her wiha, wesayîtek qeymeqamtiya Elkê hat sekinandin. 2 kesên di wesayîtê de, piştî ku hatin hişyarkirin hatin berdan. Debanceyek, şarjorek wê, makîneyeke wêneyan û belgeyên fermî yên di wesayîtê de hatine desteserkirin. Ev wesayît û belgeyên fermî hatine şewitandin. Piştî çalakiyê, qereqola Çemanê hawan avêt derdora gundê Melisê.
COLEMÊRG
4'ê Hezîranê artêşa TC, li derdora gundê Meleyan ê ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê dest bi operasyonê kiribû. Me ragihandibûn ku cerdevanên gundên Katuna, Durê, Kampadayê û Soranserê jî tevlî operasyonê bûne. Di vê operasyonê de, cerdevanan dor li gundê Meleyanê girtin û hin wesayîtên sivîlan şewitandin. Her wiha yekîneyên veşartî li herêmê hatine bicihkirin.
7'ê Hezîranê saet di 07:30 de, li derdora Çemê Kurkê ya li herêma Gerdiya ya Şemzînanê, di encama çalakiyeke sûîqestê ya hêzên me de leşkerek hatiye kuştin.
7'ê Hezîranê saet di 08:00 de cerdevanên gundê Ewliya yê Şemzînanê, li herêma Kurê Mizgeftê tev geriyan. Hêzên me yên gerîla bi armanca hişyarkirinê gule berdan.
7'ê Hezîranê saet di 10:30 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên li dora tankek li qada Şehîd Kendal a li navçeya Şirnex Qilabanê li hev civiya bûn, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek birîndar bû.
Roja 7'ê Hezîranê saet di 13:30 de hêzên me yên gerîla, li dijî leşkerên li herêma Çeperê Şêxa ya li xeta sînor a Çelê ye, çalakiyek lidar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
QENDÎL
8'ê Hezîranê saet di navbera 00:00-01:30 de balafirên şer ên TC bombe li rêya diçe gundê Zorava, derdora gundê Bereşî û Girê Roj ên i herêma Qendîlê barandin."