Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê 10 kesên ku roja 22’ê gulanê li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat got; “Di 22'ê Gulanê de li navçeya Lîceya Amedê li nêzî gundê Şaxura 10 kesên bi hin îdiayên cûda dihatin tewanbarkirin ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Piştî lêpirsîna van kesan qediya hate famkirin ku tu têkiliya wan bi van îdiayan re nîne û di 28'ê Gulanê de danê sibê hatine berdan.”