Ji HGP’ê daxuyaniya der barê pevçûna li Cûdiyê de

Ji HGP’ê daxuyaniya der barê pevçûna li Cûdiyê de

HPG’ê der barê pevçûna ku di navbera 21-24’ê adarê de li Cudî pêk hatibû de cara duyemîn daxuyanî da û diyar kir 18 leşker hatibûn kuştin û ne 9 gerîla, 5 gerîlyan jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê nasneya gerîlya jî aşker akir.

HPG’ê di daxuyaniya berê de diyar kiribû k udi pevçûna ku 3 rojan berdewam kiriye de ne 9 gerîla 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest daNe.HGP’ê da zanîn ku xwe gîhandine yekineyên g erîlayan û rewş zelal bûye.

Di berdwamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 21’ê adarê d eli Cudî ji aliyê artêşa Tirk ve operasyon hatibû destpêkirin û pevçûnan 3 rojan berdewam kiribû. Wê demê me agahiya ku 9 gerîlayên me şehîd ketine girtibû. Lê hin hevalên me xwe gihandine yekineyên xwe. Bi vî awayî 5 hevalên me şehîd ketine. Navê wan jî zelal bûne. Gerîlayên me 3 rojan li hemberî dijmin têkoşîyabûn û 18 leşker hatibûn kuştin. Berê gerîlayên ku me wekî şehîd ketine bi nav kiribû; Kurtay Serhat - Yunus Dîler, Aydin Çirav - Huseyîn Kaya, Şahîn Sîpan - Yasîn Musa, Ruhal Welat -Havva Memînejat, Tolhildan Yekbun - Aslihan Bilen şehîd neketine û niha di yekineyên xwe de têkoşîna xwe didomînin.

Dîsa me agahî girt ku hevala Zilan Halpe (Elmas Xelîl) jî di meha kanûna 2011’an de bi Rubar Mard^n (Seyfettîn Işik re şehîd ketiye. Di vê pevçûnê de heval Aydin (Orhan Sakar) birîndarî ketiye destê dijmin. Bi vî awayî hejmara şehîdan 5 e.

Nasnameya 5 gerîlayan wiha ye;

-Adil Muhammed bi navê kod Sadik Kobanî di sala 1967 li Kobanî ji dayik bûye.

- Lokman Îbo bi navê kod Refîk Afrîn di sala 1975 li Efrînê ji dayik bûye.

- Musa Ayçîçek bi navê kod Sason Sêrt di sala 1994’an li Sêrtê ji dayik bûye.

- Yunus Mutlu bi navê kor Tolhildan Urfa di sala 1987’an de li Rihayê ji dayik bûye.

-Mehmet Vasilçelîk bi navê kod Dozger Amed di sala 1982’an de li Amedê ji dayik bûye.