Gelê Rojava, ji 7 heta 70 salî her kes komploya 15'ê Sibatê protesto dike. Hejar ê astendar jî, ala reş li pişt kursiya xwe ve kir û bi lêdana stranên berxwedanê re tevlî vê protestoyê bû.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
QAMIŞLO
duşem, 15 reşemiyê 2016, 12:27
Tovên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 20 salan de li xaka Rojava reşand, îro weke şoreşê şîn bûn û li hemberî hêzên komploger nirxên demokratîk û xweparastinê afirandin. Di salvegera komployê de mal, kargeh, wesayît, kolan, bîlboard her devera Rojava reş girê daye.
ŞOREŞ ASTENGIYAN NAS NAKE
Navê xwe Hêjar e. Ji dema ji dayikbûnê ve nikare lingê xwe bi kar bîne; axaftina wî jî dema yek cara ewilî lê guhdarî bike, nayê fêmkirin. Hejar bi Şoreşa Rojava re bû xwedî ruhekî nû, bû xwedî hêvî. Bi vê hêviyê, di serma û seqemê de, di nava her şert û mercî de beşdarî çalakiyan, merasîmên ji bo şehîdan û meşan dibe.
Li her devera cîhanê mirovên ji aliyê fîzîkî ve astengdar bi giranî li derveyî civakê dimînin, lê li Rojavayê Kurdistanê ew hêzê didin şoreşê. Mîna Ara Macîd ê li Til Temirê bi ala YPG'ê û çeka ji text digere, mîna Hejar.
Hejar ev çend roj in ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ala reş bi kursiya xwe ve kiriye û bi lêdana stranên şoreşgerî li nava kolanên Qamişlo digere. Bi vî rengî hêzên komploger şermezar dike û bi stranên şoreşgerê re banga berxwedanê li her kesî dike.
Ev hişyarî û berpirsyariya mirovên weke Macî û Hejar a li nava civakê, li hemberî 'civaka nexweş' a sîstem hewl dide biafirîne, mesajek in.