Operasyonên leşkerî yên ku zêde dibin, pêvçûn, bombebarankirina gundan, şewitandina erdên çandinî û qedexekirina zozanan bi xwe re fikara pêla koçberiyekî nû tîne. Serokê Goç-Der ya Amedê Vecîh Aydogdû da zanîn ku ji bo koç bên sekinandin hewceye rojek berê rojekî operasyonên leşkerî bi dawî bibin û qedexeyên zozanan were rakirin.
Li herêmê pêvçûn her ku diçe zêde dibe. Operasyonên leşkerî yên ku zêde dibin, gelek qadên bejahiyê wekî herêmên 'ewlehiyê' tên îlankirin, bombebarandina gundan, zextên li ser gundan tên kirin tevgerên yekîneyên taybet yên li herêmên çolter sînyalên pêla koçberiyekî nû dide. Bûyerên li Lîce û Gundê Garê ya li herêma Qelaşka Şemzînana Colemêrgê ku gundiyên ji bo giha biçînin çûbun mezraya Masîro ji aliyên leşkeran ve wekî hedef hatin girtin û bombe li ser wan hate barandin, her wiha bombebarankirina nêzî gundan li herêmê dibin sedema fikaran.
Çandinî û sewalkirina heywanan ku li gundan deriyên debarê ne ji ber îlankirina gelek cihên herêmên ewlehiyê tune dibin, li gund û mezrayan jiyan gihaştiye asta sekinandinê. Hemû geşedanên hate gotin dibe sedema şîroveyên, "Gelo li herêmê dê pêla koçberiyekî nû dest pê bike?"
JI GOÇ-DERÊ HIŞYARIYA PÊLA KOÇBERIYEKÎ NÛ!
Serokê Goç-Der'a Amedê Vecîh Aydogdû diyar kir ku tiştên li herêmê diqewimin wan dixe nava fikaran û anî ziman ku, di daxuyaniyên ku berê kiribûn de balkişandine ser operasyonên leşkerî û encamên wê. Aydogdû bilêv kir ku, operasyonên leşkerî û tiştên di çarçoveya van operasyonan de tên jiyandin di nava gelên herêmê fikaran diafirîne û derbirî ku ji bo astengkirina îxtîmala pêla koçberiyekî nû divê operasyonên leşkerî were rawestandin û qedexekirina derketina zozanan were rakirin.
Aydogdû destnîşan kir ku operasyonên leşkerî di rojên dawîde zêdebûne û wiha got: " Ji ber operasyonan qedexekirina zozanan jî tê danîn. Ji ber vê yekê mirov dema nikaribin biçin ser erdên xwe, nikaribin bax û bexçeyên xwe biçînin derfetên wan yên aboriyê ji holê radibe. Ev yek jî koçberiyê tîne rojevê. Me berê jî gotibû, rastiya koçberiyê êdî wek berê nayê meşandin, piranî li ser qedexekirina zozanan ve dimeşe. Em bi operasyonên dema dawî de ketine nava fikarên koçberiyê. Em dixwazin ku bila operasyon hemû rawestin û qedexekirinên zozanan were rakirin. Mirov li herêmê jiyana xwe bi sewalkirina heywanan didomînin. Hûn ev çavkaniyan ji destê wan bigirin, ji koçberiyê cudatir riyek din li pêşberî wan namîne."
'GEŞEDANÊN DAWÎ DIŞIBIN GEŞEDANÊN SALÊN 90'Î'
Aydogdû diyar kir ku, pirsgirêk ne tenê aborî ye û ji ber ku nêzî gundan bombebarandin tê kirin gundiyan tirsa mirinê jî dijîn û operasyonên li herêma Lîceyê pêk tên şiband geşedanên salên 90'î. Aydogdû wiha axivî: " Di demên dawî de em dibînin ku helîkopteran li herêma Lîceyê eletexmîn bombebarandinê dike.
Bombebarandinên bi vî rengî mirovan dixe nava fikaran û dibin sedemên koçê. Mirovan fikarên jiyanê dijîn. Qetilkirina 34 welatiyên ku li Roboskiyê di encama bombebarandinê hîn li hişê me de ye. Di encama wê de gundiyên Roboskiyê bi koçkirinê ve rû bi rû mane. Tiştên ku li wir tê jiyandin niha li hemû herêmê tê jiyandin û ev yek jî koçkirinê li ser mirovan ferz dike."