Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê daxûyaniyek nivîskî da û wiha got: "Bi pêngava 15'ê Tebaxê re li Kurdistanê şoreşa vejînê destpê kiriye û ev şoreş li ser axa welatê me, di erdnigariya Rojhilata Navîn bê ku careke din bê rakirin cih girtiye. Em bang li gelê xwe, şoreşger û demokratên Tirkiyeyî dikin ku salvegera 15’ê Tebaxê bi coş û serhildanan pîroz bikin."
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, derbarê 28'êmîn salvegera 15'ê Tebaxa sala 1984'an de daxuyaniyeke nivîskî da. Kaya diyar kir ku, 15'ê Tebaxê di têkoşîna gelê Kurd de weke mîladeke û wiha got:
"Pêngava 15'ê Tebaxê, di kesayeta Rêber Apo, fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz (Egîd) ya destana lehengiyê pêkaniye û ew bixwe jî tevlî vê pêngavî bûye de, careke din bi rêz û bi hurmet bibîr tînin. Em salvegera pêngava 15'ê Tebaxê bi coş pîroz dikin." Kaya bal kişand ku, 15'ê Tebaxê şoreşa vejînê di erdnigariya gelê Kurd tê de dijîn, anî xeteke ku ben bi ben kedek mezin hatiye honandin û şoreşa vejînê daye dastpê kirin. Kaya ev tişt gotin:
"Pêngava 15'ê Tebaxê ku ji hêla Serok Apo ve aniye xeteke ku bi kedeke mezin ben bi ben hatiye honandin û bi fermandariya Rêheval Egîd re şoreşa vejîna Kurdistanê destpê kiriye û ev şoreş di hemû axa welatê me, di erdnigariya Rojhilata Navîn de bê ku careke din bê rakirin cih girtiye. Ev xeta ku di kesayeta Rêheval Egîd de temsîla xwe dibîne, bi milyonan re serkeftin hatiye qezenckirin, li hemberî hemû pêkûtî û êrîşên dagirkeran bûye jiyan û sekneke têkoşînê."
Kaya diyar kir ku, ev berxwedan di rastiyeke gelê Kurd ya biryariya meşandina bênavber ya berxwedanê ye. Kaya destnîşan kir ku, ev sekin îro dê bigihije di erdnigariya ku gelê Kurd tê de dijîn di hemû qadan de Xweseriya Demokratîk bê ava kirine û dê derfeta jiyaneke azad biafirîne. Kaya wiha bang li gel kir: "Em bang li di serî de li malbatên xwe, gel, hogirên gelê xwe, li demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyî dikin ku salvegera 15'ê Tebaxê bi coşek mezin pêşwazî bikin, îro bi serhildanan pîroz bikin, roja 15'ê tebaxa 2012'an weke roja azadiyê, ji bo vê jî hemû derfetên xwe pêşkeş bikin.
Em di kesayeta Mahsûm Korkmaz (Egîd) de soz didin hemû şehîdên xwe. Em weke girtiyên PKK û PAJKî yên di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê; em dê xwedî li giyan û xeta 15'ê tebaxê derbikevin, li bîranîna şehîdên xwe xwedî derkevin û di bin çi şert û mercî de be, em dê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê bitac bikin û em dê di vê hêlî de tu astengiyê nasnekin."