Piştî ku Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li ser îdîayên, '170 girtiyên li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dê sirgûnî girtîgehên din bikin' bi Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re hevdîtin pêk anî, hatibû ragihandin ku sirgûnkirina girtiyan ji bo demekê hatiye taloqkirin. Lê îro serê sibê 186 girtî hatin sirgunkirin.
Li ser îdîaya 170 girtiyên li girtîgeha Tîpa E'ya Mêrdînê dê bên sirgûnkirin, parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Cîgirê Hevserokên BDP'a Mêrdînê Şaban Karakaş û bi dehan xizmên girityan şevê din li ber girtîgeha Mêrdinê civiyan. Onder piştî ku nekarî bi riya telefonê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê pêk bîne li Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê geriya û pê re hevdîtin pêk anî. Piştî hewldanên Onder hat diyarkirin ku sirgûnkirina 170 girtiyan ji bo demekê hatiye taloqkirin.
Onder li vê derê xîtabî gel kir û got; "Êdî Tirkiye veguheriye girtîgeheke servekirî. Em her roj li ber deriyên girtîgehan nobetê digirin. Di encama hevdîtinên me de sirgûnkirin ji bo demekê hatine rawestandin." Li ser vê yekê girseya li ber girtîgehê civiya belav bû.
Piştî dozgeriyê daxuyaniya wekî; "Me sirgûn dan rawestandin" hê çend saet derbas nebibûn 186 girtî hatin sirgûnkirin.Girtî berbanga vê sibê bi rîngan derbasî girtîgehên din kirin.
Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Tîpa E'ya Mêrdînê dimînin ji bo mûdaxaleya polîsan a li Amedê li hemberî rêveberên BDP'yî û gel pêk anîne şermezar bikin qowuşa C-10 şewitandibûn.