50 girtiyên Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê, sirgûnê girtîgehên Şakrana Îzmîrê û Sîlîvriya Stenbolê hatin kirin.
Sirgunkirina girtiyên li girtîgehên herêmê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Li Gertîgeha Tîpa M ya Êlihê duh bişev saet di 02.00'an de 50 girtî sirgûnê girtîhehên Şakrana Îzmîrê û Sîlîvriya Stembolê hatin kirin. Piştî sirgûnkirina girtiyan hat bihîstin, Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Cîgira Hevseroka BDP'a Êlihê Ayşe Agilgan, Cîêgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel û gelek kesên din li ber Girtîgeha Êlihê li hev kom bûn.
Piştî bi hedan maşîneyên zirxî û bi sedan leşker anîn ber girtîgehê, girtî li maşîneyan hatin barkirin. Welatiyên li ber girtîgehê li hev kombibûn, sirgûnkirina girtiyan bi dirûşmên "Pêkûtîn nikarin me bê zar bikin" û "Bijî Serok Apo" ev helwesta girtîgehê şermezar kirin. Malbatên girtiyan jî bi dirûşm, tîlîlî û çepikan piştgirî da girtiyan. Hat hînbûn ku girtî bi balafiran birine girtîgehên Îzmîr û Stenbolê.
Hefteyek berê jî li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê 29 girtiyên siyasî yên jin sirgûnê Girtîgeha Jinan a Girtî a Sîncana Enqerê hatibûn kirin.