Ji gerîlayên jin li dijî Alaya Garê çalakî

Ji gerîlayên jin li dijî Alaya Garê çalakî

Hate ragihandin ku, gêrîlayên jin li dijî Alaya Garê ya girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê çalakî pêkanîne û 3 leşker kuştine.

Navenda Çapemeniya YJA Starê ragihandin ku, “ hêzên YJA Starê di 17’ê Tebaxê di demjimêrên 10.30-12.30’an de li dijî Alaya Garê ya girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê çalakî pêkanîne.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, gêrîlayên jin înşaatek ya qereqolê jî hedef girtine. Hate diyarkirin ku, di 16’ê Tebaxê di demjimêr 01.00’an de li dijî înşaatek ya qereqolê ya li nêzî gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabana Şirnexê çalakî pêkanîne.

Hate ragihandin ku, “Qereqola ku ji 2 beşan pêk dihat, beşek ji aliyê gêrîlayên me ve hatiye îmha kirin, beşa ku nivînên karkeran lê hene dest nedayînê.” Hate aşkera kirin ku, piştî çalakiyê artêşa Tirk rê ya ku diçû gundê Roboskiyê hatiye girtin.