Ji gerîlayan li Wanê çalakî

Ji gerîlayan li Wanê çalakî

Navend Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayadi 21’ê gulanê de li navçeya Şaxê ya Wanê li dijî wesayîteke leşkerî çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 21'ê Gulanê de di saet 19.00'an de li navçeya Şaxa Wanê li dijî wesayiteke ber qereqola Pingê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye.”