Ji gerîlayan li dijî lûleya petrolê çalakî

Ji gerîlayan li dijî lûleya petrolê çalakî

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 12’ê hezîranê de li navçeya Nisêbînê li dijî lûleya petrolê çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandian HPG’ê ve hat dayîn de wiha hat gotin; “Di 12'ê Hezîranê de di saet 01.00'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî xeta lûleyê ya petrolê ya di navbera gundê Kertwînê û Nisêbînê re derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de xeta lûleyan hatiye texrîpkirin, ji ber nêzî cîhwaran bû nehatiye şewitandin. “