Li hember tevgera leşkerî ya li Kurdistanê û êrîşan gerîlayan li gelek navendan çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyên gerîlayan de 14 leşker û 11 tîmen taybet ên hatin tespîtkirin hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û bomberdûmana balafirên şerên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di êrîşa li hember Herêmên Parastinê yên Medya herêmên Avaşîn, Xinêre, Zagros, Heftanîn, Garê û Metîna hatine bombekirin. HPG’ê got: “30’ê Tîrmehê saet di navbera 14:00 - 15:30 balafirên şerên artêşa Tirk gundên Riskê û Ekrê û derdora wan ên li ser xeta sînor a Herêmên Parastinê yên Medya bombe kirine. Di encama bombekirinê de li eraziyê şewat derketiye. Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li herêmên me yên gerîla zêde bûne. Li gor vê;
30’ê Tîrmehê saet di navbera 14:00 - 15:00 de li Parka Şehîd Egîd û geliyê wê û devera Şehîd Delîl ên girêdayî herêma Xinêre saet di navbera 17:00 - 18:30 de Dola Anê û saet di navbera 22:30 - 23:30 de qadên Dola Anê, Dola Çilûçar û Ermûş ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin.
30’ê Tîrmehê saet di navbera 16:30 - 18:00’an de qadên Tepê Dem û Tepê Brusk yên girêdayî Zagros û saet di navbera 20:00 - 21:00 de qada Tepê Şehîd Hozan ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
30’ê Tîrmehê saet di navbera 14:00 - 20:30 de qadên Tabura Ereba, Mamreşo, Şehîd Gafur, Şukê û Şehîd Egîd ên girêdayî herêma Avaşîn ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin.
30’ê Tîrmehê saet di navbera 14:00 - 16:30 de li qadên Şehîd Rênas û Deriyê Dawetiya û 31’ê Tîrmehê saet 00.45’an girê Deriyê Davetiya ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin.
30’êTîrmehê saet di navbera 19:00 - 00:00 de qada Şehîdgehê ya girêdayî herêma Garê, gundê Çemserîte, Ergene, Kanî Kontra û Kanî Jiyanê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Di encama bomberdûmanê de ku li eraziyê şewat derketiye. Erzaiya gundê Çemşerîte bi temamî zerar dîtiye.
30’ê Tîrmehê saet di navbera 14:30 - 17:00 de qadên Kanî Gozê, Serê Metîna û gundê Yekmal yên girêdayî herêma Metîna ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirinn. Piştî bombekirinê li eraziyê şewat derketiye.
‘LI SER XETA SÎNOR BI HEWAN Û OBUSAN ÊRÎŞ’
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê destnîşan kir, li ser xeta sînor li hemberî herêmên gerîla êrîşên bi hewan û obusan hatiye pêk anîn û diyar kir: “Roja 30’ê Tîrmehê ji qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li hember herêma Şehîd Gafûr a li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bi hewan, obus û tankan bomberdûman hatiye kirin. Ev êrîşên artêşa Tirk ên pêk tîne yên li hemberî qadên gerîla her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî vî;
Roja 31’ê Tîrmehê saet di navbera 00:00 – 01:30’an de qereqola Tepê Meymûn ê li ser xeta sînor a herêma Heftanînê li hember herêma Şehîd Kendal, ji roja 30’ê Tîrmehê saet 22:00’an heya 31’ê Tîrmehê saet 02:00’ê qereqola Yekmalê li hember herêma Bektorya bi obus û hewanan bombe kiriye.
Roja 31’ê Tîrmehê saet di navbera 00:00 – 01:00’an de ji qereqola Tepê Arûş a li ser herêma Metînayê bi obus û hewanan Tepê Xiyaran bombe kiriye.
Roja 31’ê Tîrmehê saet di navbera 02:00 – 03:00’an de qereqola Gundikê Melê ya girêdayî Şirnexê li hemberî herêma Mamçeleyê bi obus û hewanan bomberdûman pêk aniye.
‘JI HÊZÊN GERÎLAYAN ÇALAKIYÊN BI BANDOR’
Gerîlayên HPG’ê li hemberî êrîş û tevgera leşkerî ya li Kurdistanê diqewime ji aliyê gerîlayan ve li gelek navendan çalakiyên bi bandor li dar xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me de artêşa Tirk windahiyên pir mezin daye û neçar maye ku ji gelek herêman operasyonên xwe paşde vekişînin. Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam kir; “Roja 30’ê Tîrmehê li Şirnexê li ser rêya navçeya Qilaban û bajarokê Sêgirkê gerîlayên me dema derbasbûna wesayîtên zirxî de çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Li vê derê wesayîtek derb xwariye û der barê kuştî û birîndaran de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Kobra herêm rasterast gulebaran kiriye. Di encama vê de li erazî şewat derketiye. Çiqasî welatiyên herêmê xwestibe mudaxaleya şewatê bikin jî lê gel ji aliyê Artêşa Tirk ve hatiye astengkirin.
Roja 30’ê Tîrmehê saet 19:00’an de gerîlayên me li Şirnexê li hemberî artêşa Tirk a li Gelîkê Riza bicihbûyî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyên hatine zelalkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk herêm bi obus û hewanan bombebaran kiriye û li erazî şewat derketiye.
Roja 29’ê Tîrmehê saet 21:30’an de gerîlayên me li hemberî nizamiyeya Şabanê ya girêdayî Şirnexê çalakiyek pêk aniye. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyên hatine zelalkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Kobra biriye Şirnexê.
Roja 30’ê Tîrmehê saet 14:00’an de gerîlayên me rêya Şirnex-Colemêrgê girtine. Gerîlayên me li vir nasname kontrol kirine û di derbarê pêvajoyê de agahdarkirin ji gel re çêkirine. Dîsa li vê herêmê 2 wesayîtên artêşa Tirk hatine şewitandin. Her wiha gerîlayên me li hemberî wesayîteke sewqiyata leşkerî jib o qereqola Çelê dikir çalakiya sabotajê pêkanîne û wesayît hatiye rûxandin.
Roja 31’ê Tîrmehê saet 08:50’an de gerîlayên me li hemberî leşkerên Tirk ên li Girê Oncebatan ên girêdayî herêma Girê Cotyar a bi ser herêma çiyayê Gabar a Botanê çalakiyek li dar xistine. Dîsa li hemberî Tabûra Girê Cotyar ji du milan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin, artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky hilgirtiye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi du helîkopterên Kobra herêma Gabarê bombebaran kiriye û li erazî şewat derketiye.
Roja 30’ê Tîrmehê saet di 09:30’an de gerîlayên me li nêzîkî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li hemberî trêneke ji Enqereyê diçû Îranê ya cebilxaneya leşkerî hildigirt çalakiyekî sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 6 vagon bi temamî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi hevkariya cerdevanan li herêmê operasyon da destpêkirin.
Roja 30’ê Tîrmehê di saet 19:30’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Malabadê 2 çalakiyên sûîqestê yên hemwext li dar xistine. Kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.
Roja 25’ê Tîrmehê gerîlayên me li taxa Fiskiye ya Amedê li hemberî wesayîtekî bi tîpa dûpişk bi çekên ferdî çalakî li dar xistine. Wesayîta zirxî bi li bendên tenişta rê xistinê kariye bisekine. Ti agahiyekî zelal der barê kuştî û birîndarên di hundirê vê wesayîta bi tîpa dûpişk de nehatiye bidestxistin.
Roja 27’ê Tîrmehê dema ku gerîlayên me li devera Toros a navçeya Akdenîz a Mersînê dema kontrola rê dikirin bi polîsên ku xwestin mudaxale bikin re pevçûneke demkurt rû da û polîsek birîndar bûye.
Roja 29’ê Tîrmehê gerîlayên me li rêya di navbera navçeya Bazîd a Agirî û Îranê de girtine. Beriya bûyerê artêşa dagirker a Tirk li ser vê rêyê du bendên kontrolê danîbû. Gerîlayên me roja 29’ê Tîrmehê di saet 09:00’ê de li hemberî benda yekemîn çalakiyek pêk anîne. Li vir 6 tîmên taybet ên li gel wesayîta zirxî ya Kobra disekinin bi çekên giran û ferdî hatine xistin. Wesayîta zirxî bi temamî hatiye îmhakirin û 6 tîmên taybet ên li gel wesayîta zirxî disekinîn jî hatiye kuştin. Gerîlayên me piştî vê çalakiyê çûne benda duyemîn a ku 2 km’yan ji benda kontrolê ya yekemîn dûr û li wir jî çalakiyek li darxistine. Li vê benda kontrolê 12 endamên tîmên taybet û wesayîtekî zirxî ya tîpa Kirpî hatiye hedefgirtin. Ji mesafeyekî nêz bi çekên giran û ferdî bi awayekî bi bandor hatiye xistin. Li vir çeka giran a A-4 a li ser wesayîta zirxî bi temamî hatiye rûxandin. Di her du çalakiyên ku hatine li darxistin de 11 endamên tîmên taybet hatine kuştin, 3 ji wan giran 8 tîmên taybet jî hatine birîndarkirin.
Roja 30’ê Hezîranê gerîlayên me li hemberî trêneke di navbera navçeya Qamûşan a Qersê û bajarê Xoresan a Îranê de diçû û dihat çalakiyekî lidarxistine. Di encama çalakiya hatî lidarxistin de trên sekiniye. Li hemberî leşkerên ku piştî 2 saetan hatine cihê bûyerê jib o mudaxalekirinê rêzeçalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê ku bi çekên giran û ferdî hatî kirin de 5 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Li vir li gel leşkerên ku vekişiyane re pevçûn rû daye û di encama çalakiya bi bandor de 5 leşker hatine kuştin.”