Ji Fermandariya HPG’ê daxuyaniya 1’ê Hezîranê

Ji Fermandariya HPG’ê daxuyaniya 1’ê Hezîranê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê Hemleya 1’ê Hezîrana 2004 de daxuyaniyek da û got; “Gelê me li ser bingeha Hemleya 1’ê Hezîranê, li qada gerîla û serhildanan pêvajoya berxwedan û parastinê ya ku pêş xistiye, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayeke ku nebe nabe daye ferzkirin”.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê Hemleya 1’ê Hezîranê ya 2004 ya piştî agirbesta 5 salan hat destpêkirin de daxuyaniyek da û got; “Li hemberî îmhayê, hewldanên ji bo bê nasname û bê vîn hiştinê, ev hemleya dîrokî ya di 1’ê Hezîranê de ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, di sala 8’emîn de ye, em vê hemleyê pîroz dikin, di serî de me mîmarên vê pêngava dîrokî hevalên Adil û Nûda, û heta hemû Êrîş û Andokan, hemû şehîdên me yên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Pêvajoya parastina aktîf a ku bi Hemleya 1’ê Hezîrana 2004, li hemberî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk ên di çarçoveya Komploya Navneteweyî de hatin pêşxistin, bûye bersivek girîng û di pêşxistina lêgerîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a ku xetimîbû de pêşketinek pir girîng afirandiye Gelê me li ser bingeha Hemleya 1’ê Hezîranê, li qada gerîla û serhildanan pêvajoya berxwedan û parastinê ya ku pêş xistiye, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayeke ku nebe nabe daye ferzkirin. Mêtîngeriya Tirk, li hemberî vê yekê bi rêya AKP’ê di textîk û uslub de hin guhertinan çêkir, xwestiye careke din sîstema xwe ya mêtîngeriyê li Kurdistanê bide avakirin. Li ser vî esasî, li hemberî qada siyaseta demokratîk a Kurdan, pêvajoya qirkirina siyasî ya ku a çar sal in didome daye destpêkirin û li rexmê hemû hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriyeke aşitiyane, hevdîtinên li Îmralî û Osloyê pêk hatin, pûç kiriye. Sîstema Îşkenceya Îmraliyê ya ku tu hiqûqên neteweyî û navneteweyî qebûl nakin, li hemberî Rêbertiya me daye girankirin û li hemberî hemû hêzên me yên gerîla pêvajoyek a tunekirinê daye destpêkirin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê, li hemberî vê şerê topyekun ê ku mêtîngeriya Tirk bi pêşengiya AKP’ê li li hemberî têkoşîn azadiya gelê Kurdistanê daye destpêkirin, bi hemleyek nû ya berxwedanê sala 2012’ê pêşwazî dike. Şerê parastin û berxwedana mezin a gelê me ya rewa di 4. Pêvajoya Stratejîk a têkoşînê de li hemberî êrîş û şerê topyekun ê ku hatiye pêşxistin, di rojevê de ye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê dê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî van hemû êrîşên mêtîngeriyê pêşwazî bike, bîranîna tevahiya şehîdên me yên leheng, di bîranîna Êrîş û Andokan de, dê bidin jiyandin û li pêşberî tevahiya cîhanê dê serkeftina xwe bide nîşandan.

Di 9’emîn salvegera pêngava 1’ê Hezîranê de, çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo, ji bo were bidestxistin, dê tevahiya hêzên me yên gerîla, di pêvajoya 4’emîn a stratejîk a têkoşînê de, bi ruhê serkeftinê bilind bike, êrîşên dijmin dê vala derbixe û vîna gelê me dê derbixe holê. Li ser vê bingehê em careke Pêngava 1’ê Hezîranê li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin û em soz didin ku em ê 9’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê bi îrade û biryardariyeke mezin, têkoşîna xwe bilind bikin, her wiha, em bang li gelê me û saziyên welatparêz dikin ku di vê pêvajoya girîng de bi têkoşîna berxwedanê piştevanî û tevlîbûna xwe nîşan bidin.”