Piştî ku hat îdîakirin ku êdî Gora Şêx Şems a ku yek ji girîngirtîn cihên serdanê yên Êzidiyan e li Dihokê ye, dêbi hinceta xebatên arkeolojîk bê kolandin, Êzidiyan xwepêşandanek li dar xist. Êzidiyan ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar xwestin ku vê xebata arkeolojîk rawestînin. Midûriyeta Berhemên Dîrokê di daxuyaniya da de ragihand ku tu plan û projeya wan a ji bo kolandina vê gorê û îbadetxaneyê tune ye.
Di çalakiya roja yekşemê li Dihokê pêk hat de, organîzatorê xwepêşandanê Zaîm Kiret Elî axivî û got; “Bi dehan Êzidiyên li vir kom bûne, em îro ji gundên xwe ji bo gora Şêx Şems hatine vir. Kolandina li herêma Tel Kiberanê ji aliyê komeke Îtalî ve pêk tê. Em ji vê kolandinê nerehet in û ji hukûmetê dixwazin were rawertandin.
Ji xwepêşandêran, Sêvê Xidir, ragihand ku Şêx Şems ji bo Êzidiyan xwedî nirxekî sembolîk e û destnîşan kir ku her sal Êzidî ji her aliyên cîhanê tên vir û îbadeta xwe dikin. Sêvê Xidir ragihand ku bi dehan jinên Êzîdî jî beşdar bûne û nerazîbûnên xwe tînin ziman.
RÊVEBERÊ BERMAYÊN DÎROKÎ: PROJEYA ME YA KOLANDINÊ TUNE
Piştî daxuyaniyê û protestoyê, Rêvberê Bermayên Dîrokî yê Dihokê Hesen Ehmed Qasim ragihand ku li vê herêmê tu xebatên kolandinê tune ne û îdîayan derewand. Qasim diyar kir ku tu niyetên tune ku li herêmên pîroz û olî xebatên wiha bikin.
Tel Xireba 25 kîlometre dikeve başûrê Dihokê û li nêzî bajaroka Fayda ya Sêmêlê ye. Berpirsê Êzidiyên Eyaleta Nînovayê Xwedêda Xelef û Îdo got; “li serê wî girî gora Şêx Şems heye. Ev der yek ji cihên herî girîng û pîroz ên Êzidiyan e.”
Bawerî û perestgehên Êzîdî yek ji kevintirîn ol û baweriyên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Êzîditî di ol û baweriyên Mezopotamyayê de xwedî cihe girîng e. di sedsala 9’emînde xwe nû kiriye û gihiştiye heta îro hatiye. Gelê Êzidî di dîrokê de li rastî gelek komkujiyan hatin.
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê şêniya Êzidiyan zêdetirê 500 hezarî ye. Herî zêde li Musil û Dihokê dijîn. Cihên şêniyek zêde ya Êzidiyan lê dijîn wiha ne; Şêxan, Şengal,Tel Keyf, Başika û Zaxo .
Serokê Tevgera Demokratî û Azadî ya Êzidiyan (TEVDA) Seîd Hesen di daxuyaniya da ANF’ê de û ragihand ku li holê spekulasyoneke aşkere heye û ragihand ku ew ê bi tu awayî destûr nedin ku li tu deverên pîroz ên Êzidiyan xebateke wiha.
Hesen, got; “Gora Şêx Şems yek ji goristanên herî girîng ên Êzidiyan e. Di bin çi navek de dibe bila bibe, divê tu kesek serî li tişteke wiha nede. Em bi tu awayî destûr nadin ku tiştek wiha di bin navê arkeolojî û berhmenên dîrokî de bê kirin. Baweriya Êzidiyan ji destpêkê ve heta îro ji ber ol û baweriya xwe her tim hatiye qewirandin. Divê îro li Kurdistanê tiştek wiha nebe. Êzidîtî ji bo gelê Kurd baweriya herî kevn e, ji ber wê jî divê em binyata xwe biparêzin.”