Rêxistina EMEP’a Herêmê banga; "Bila gava yekemîn ya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêbazên demokratîk rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be" kir û daxuyand ku, ew dê piştgirî bidin mitînga 14'yê Tîrmehê.
Rêxistina EMEP’a Herêmê li ser mitînga bi şîara; "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" 14'yê Tîrmehê ji aliyê BDP û Kongreya Civaka Demokratîk ve li Amedê dê bê lidarxistin li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Serokê EMEP'a Amedê Mehmet Altanoglû daxuyanî da û hevdîtinên li Îmralî û Osloyê bibîr xistin. Altanoglû got; "Îro hêviya bi rêbazên demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd cihê xwe ji sorkirina şer re hiştiye. Yekemîn muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan ev saleke di bin tecrîdeke giran de ye. Hikûmeta AKP'ê ji hêlekê ve di bin gotinên demokrasiyê de çekan ji muxalîfên Sûriyeyê re rêdike û şer sor dike û ji hêla din ve jî ji bo mafên kurdan ên demokratîk bidest xistine asteng bike hewl dide ku herêma tampon ava bike."
'DIVÊ GAVA YEKEM RAKIRINA TECRÎDÊ BE'
Altanoglû anî ziman ku, 3 milyon û nîvan gelê Kurd ji bo Abdullah Ocalan gotiye, Rêberê Gelê Kurd û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze rolê Ocalan yê di muxatabiya kurdan de asteng bike. Hêza herî zêde piştgirî dide vê polîtîkayê û Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kiriye jî DYA ye. Lewma divê gava yekemîn ya çareseriya demokratîk rakirina tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan be."
JI BO MITÎNGA 14'YÊ TÎRMEHÊ BANGAWAZÎ
Altanoglu destnîşan kir ku mitînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" 14'yê Tîrmehê li Amedê dê bê lidar xistin dê bibe bersiva li hemberî polîtîkayên neçariyê û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Mitînga 14'yê Tîrmehê dê bibe yekîtiya dorhêlên li vî welatî demokrasî, aştî û biratiyê dixwazin. Em jî wekî rêxistina EMEP’a Herêmê piştgirî didin vê mitîngê. Lewma em banga tevlîbûna mitîngê li hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê dikin.