Ji DYA’yê bersivek nû ji bo PYD’ê: Em ê pişgtirî bikin
Têkildarî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan “An ez an jî PYD” ên rojên dawî yên li hember DYE’yê, di saetên şevê de bersivek nû hat.
Têkildarî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan “An ez an jî PYD” ên rojên dawî yên li hember DYE’yê, di saetên şevê de bersivek nû hat.
Têkildarî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan “An ez an jî PYD” ên rojên dawî yên li hember DYE’yê, di saetên şevê de bersivek nû hat. Nûnerê Taybet ê Obama Brett McGûrk diyar kir ku wê piştgiriyê ji bo Kurdan bidomîne.
Di semînera ‘ Xeteriya DAÎŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê û ya derveyî wan pêş dikeve” ya li Komîteya Têkiliyên Derve yên Meclîsa Nûnertiyê de, Nûnerê Taybet ê Serokê DYA Barack Obama yê têkoşîna bi DAÎŞ’ê re Brett McGûrk axivî û têkildarî zextên Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku li ser DYE’yê dike bersivek nû da. McGûrk bersiva pirsên beşdarvanan da, diyar kir ku ji bo bihêzkirinê wê piştgiriyê bidin PYD’ê.
McGûrk da xuyakirin ku xalên bingehîn ên DAÎŞ’ê yên li Iraq û Sûriye, girêdanên wan yên bi deverên din ên cihanê re û rêxistinên girêdayî DAÎŞ’ê di sê kategoriyan de girtine dest. McGûrk wiha anî ziman: “Ji ber serkeftinê me li Sûriyeyê bi dest xistin, niha DAÎŞ dixwaze şervanê xwe yên biyanî li herêmên din bi cih bike.”
McGûrk anî ziman ku di oparasyonên li hember DAÎŞ’ê de bi taybet di mijara hatina şervanên biyanî de navberek cidî derbas kirine. Wiha axivî: “ Bandora rola girtina 89 km sînorê Tirkiyeyê yê bi Sûriyeyê re heye.”