Ji 99 kesên ku ji doza KCK'ê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê girtî dihatin darizandin jê Nizametîn Onar Roza Erdede Seval Erdemîr û Rahmî Ozmen serbest hatin berdan. Heyeta dadgehê derbarê 95 kesên din de jî biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 29'ê Hezîranê kir.