Ji DBP’ê ji bo Şirnexê banga tevgera lezgîn
HDP’î û DBP’iyan, li Şirnexê ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk 2 meh in berxwedanek mezin dide, banga tevgera lezgîn kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya DBP’ê de hate diyarkirin ku AKP’e di çarçoveya konsepta şer a li ser axên Kurdistanê dimeşîne de bi hezaran mirov dane koçkirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji yên koç kirine jî zêdetirî 30 hezar kesî li cihên wek kon, gund debara xwe dikin, wiha dewam kir: “Heyeta Şopandina Lezgîn a Şirnexê ku li dijî qetlîam û talana li Şirnexê li navenda partiya me civiyan ji aliyê hevserokê me yê giştî Kamûran Yuksek û Hevberdevak Komîsyona Jinê ya navenda me Fatma Gul ve hatin pêşwazîkirin.
Di heyeta Şirnexê de Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, Wekîlên Mûşê Burcu Çelîk Ozkan û Ahmet Yildirim, Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, Wekîla Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, Wekîlê Rihayê Osman Baydemir cih girtin û der barê rewşa Şirnexê de nirxandin kirin.
Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku pêdiviya lezgîn a zexîre û stariyê heye û dîsa bi lezgîn pirsgirêka tenduristiyê heye. Heyetê xwest ji bo xwarin, starî û nexweşiyê lezgîn alîkarî bê kirin û xebat bê meşandin. Biryar hat girtin ku ji bo van xebatan kampanya bê meşandin.”