Ji DBP’ê banga çalakiya bênavber

Navenda Giştî ya DBP’ê, bi armanca protestokirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî banga çalakiya bênavber li her kesî kir.

Navenda Giştî ya DBP’ê, bi armanca protestokirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî banga çalakiya bênavber li her kesî kir.

DBP’ê bal kişand ser terora dewletê ya li Kurdistanê û got:

Polîtîkaya komkujiyê ya dewletê bênavber didome. Komkujî û polîtîkaya qirkirina fizîkî ya sîstematîk êdî bi awayekî ku sînoran nas nake aşkera ye. Ev bi qetilkiina Serokê Baroya Amedê Birêz Tahîr Elçî re hatiye îspatkirin.

Weke tevayî raya giştî dizane, Parêzvanê Mafê Mirovan Birêz Tahîr Elçî ev demeke ji ber daxuyaniyên xwe yên hestyar ji aliyê hikûmeta AKP’ê, daraz û çapemeniya wê ve hedef hatiye nîşandan. Herî dawî li ber Minareya Çar Ling a li navçeya Sûr Amedê ku ji aliyê UNESCO ve ketiye bin parastinê û ji aliyê hêzên dewletê ve hat texrîbkirin ku daxuyaniya çapemeniyê da rastî êrîşê hat û hat qetilkirin.

Hikûmeta AKP’ê êrîşên xwe yên sîstematîk di serî de li Cizzîr, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik, Gever, Silopiya li gelek deveran didomîne, bi dehan mirovên me qetil dike.

Li hemberî pêkanînên qetlîamker ên li hember gelê me di serî de hemû rêxistinên me yên bajêr-navçe-bajarok em bang li raya giştî dikin ku bikevin nav tevgerê, li hemberî polîtîkayên qirkirin û komkujiyan gotina mirov bêje ‘Êdî bes e’ hatiye, em banga çalakiyên bênavber dikin.