Ji Cizîrê 30 cenazeyên din anîn Rihayê

Ji mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin 30 cenazeyên din anîn Rihayê. Hejmara cenazeyên li vî bajarî bû 36.

Ji mirovên li jêrzemîna avahiya sêyemîn a li Cizîrê de bi hovane ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin 30 cenazeyên din anîn Rihayê. Cenaze duh bi şev anîn û li morgên nexweşxaneyên li bajêr hatin bicihkirin. Tê payîn, yek bi yek cenazeyan rakin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî otopsiyê bibin morgên nexweşxaneyan.

Pêr 8 cenaze anîbûn Rihaê û piştî otopsiyê cenazeyên Sûltan Irmak û Fehmî Dînç ji aliyê malbatan ve hatibûn teşxîskirin û wergirtin.

Ji mirovên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, cenazeyên 36 ji wan li nexweşxaneyên li Rihayê ne.