Ji Cizîrê 12 cenaze şandin Silopiyayê
Li Cizîrê, cenazeyê ji mirovên berî 4 rojan hatin qetilkirin cenazeyên 12 ji wan şandin Silopiyayê.
Li Cizîrê, cenazeyê ji mirovên berî 4 rojan hatin qetilkirin cenazeyên 12 ji wan şandin Silopiyayê.
Cenazeyên 12 kesên ku di êvara 7'ê Sibatê de li Kolana Narîn a Taxa Cudî ya Cizîrê hatin înfaz kirin û duh ji jêrzemînê hatin derxistin, şandin Silopiyayê. Hate diyar kirin ku ji ber li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cih nemaye, cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.
Di êvara 7'ê Sibatê de, hêzên dewletê êrîşî avahiyekê li Kolana Narîn a Taxa Cûdiyê kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Di jêrzemîna avahiyê de 62 birîndar hebûn û heya niha 39 cenazeyên ku ji vê avahiyê hatin derxistin. Ji 23 birîndarên avahiyê ti agahî nayê girtin.