Ji Cizîra ku kesekî din lê hate qetilkirin banga berxwedanê
Li navçeya Cizîrê ku êrîşên qirkirinê lê dewam dikin, li taxa Sûrê welatiyekî din ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.
Li navçeya Cizîrê ku êrîşên qirkirinê lê dewam dikin, li taxa Sûrê welatiyekî din ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên hêzên dewletê ev 36 roj in dewam dikin. Êrîşên ku li dijî taxên Cûdî û Sûrê zêde bûn hê jî dewam dikin. Tankên ku li girê Cahferî Sadik hatine bicihkirin û her du taxan jî dibînin, malan topbaran dikin. Ji ber topebarana tankan gelek mal xera bûn, li taxan ji ber şewata ku mudaxale nikare bê kirin jî du bilind dibe.
Ji gundan jî navçe tê topebarankirin. Ji ber topên hawanê heta niha gelek mal û kargeh hatin xerakirin. Duh ji ber topa hawanê li maleke 3 kes hatin birîndarkirin û zarokê bi navê Hayrettîn Şinik dema dibirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
WELATIYEK HAT QETILKIRIN
Duh şevê li taxa Sûrê ji ber êrîşan welatiyê bi navê Mehmet Ridvan Kaymaz jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Kaymaz ji ber êrîşan li taxê tê rawestandin û nikarin bibin nexweşxaneyê.
Li dijî taxên Sûr û Cûdiye êrîş dewam dike û ji destpêka qedexeyê heta niha firinek û 2 marketên vekirîbûn û welatiyan pêdiviyên xwe temîn dikirin, ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Piştî nerazîbûna gel hate gotin ku dê di navbera 08.00-12.00 vekirîbe.
Alîkariya zaxîreyê ya ku Şaredariya Cizîrê ji bo welatiyan hate amedekirin û tê xwestin bê şandin jî ji ber ku hê jî destûr nehatiye dayîn nikare bê belavkirin. Li bajar stokên an û sotemenî ya firinan jî nemaye.
JI MECLÎSA GEL BANG
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku êrîş û berxwedana li dijî êrîşan nirxand diyar kir ku hêzên dewletê yên nikarin ku bi tank û topan ve berxwedana gel bişikînin sivîlan qetil dikin. Tûnç bilêv kir ku gelê Cizîrê malên xwe naterikînin û ji ber vê yekê jî tê xwestin ku êrîş, dorpêç û ambargoyê ve gel bidin koçberkirin. Tûnç da xuyakirin ku dewletê li Cizîrê qatlîamên xwe zêdetir kiriye û ev tişt anî ziman: "Divê hemû gelê Kurdistanê li dijî vê yekê rabe li ser piyan. Pêwîste li her derê çalakiyan pêk bînin."