Ji Civata Zerdeştiya Kurdistanê li dijî çapemeniya Tirk nerazîbûn

Ji Civata Zerdeştiya Kurdistanê li dijî çapemeniya Tirk nerazîbûn

Civata Zerdeştiyên Kurdistanê ya ku li Swêdê xebatê dimeşîne û li Stochlomê perestgehek vekir, li rastî nêzîkatiyên şoven û bi taybet êrîşên çapemeniya nêzî cemeeta Gulen hat. Civatê nerazîbûnek tund nîşanî van êrîşan da.

Civatê da diyarkirin ku çapemeniya Tirk vekirina perestgehên Zerdeştî ji bo armancên siyasî bi kar aniye û diyar kir ku di serî de televîzyona Samayolu, hemû kanalên çapemeniya Tirk nûçeyê berovajî kirine û li gorî pîvanên çapemeniyê tevnagerin.

Civata Zerdeştiyên Kurdistanê nameyek ji televîzyona Samanyoluyê re şand û diyar kir ku dîmenên ku ji cihek din wergirtine bi kar anîne. Çapemeniya Tirk di nûçeyê de gotibû; “PKK’ê qedexe kiriye ku endamên wê beşdarî nimêja înê bibibin û rojî bigirin, ji bo agirperestiyê li Stockholmê perestgehek bi navê Perestgeha Zerdeştiyên Kurdistanê vekiriye.” Ev nûçeya çapemeniya Tirk û bi taybet jî çapemeniya Gulen li rastî nerazîbûnan hat.

Civatê diyar kir ku ew ne polîtîk in, tu têkilî û girêdana wan bi tu rêxistin û koman re tune ne û got ku deriyê wan ji bo hemû kesê vekirî ye.

Di nameyê de hat gotin: “Bi ya me televîzyona Samanyoluyê bi vê ne tenê rastiyan berûvajî kiriye, diheman dmeê de sucê nefretê li hemberî gel û baweriyên din kiriye, exlaqê çapemeniyê bin pê kiriye û ziyan daye civata me. Em ji bo aşitî û biratiyê têdikoşin, ev yek ji bo me tiştek pir cidî ye. Em ji televîzyona Samanyoluyê dixwazin vê nûçeya xwe sererast bike û di demek zû de lêborînê ji civata me bixwaze.”

Di nameyê de hat diyarkirin ku ger lêborîn neyê xwestin û nûçe neyê sererastkirin, dê Civata Zerdestiya Kurdistanê serî li rêyên qanûnî bide.