Ji Ceyş el Siwar daxuyaniya li ser operasyonên li Şehba
Ceyş el Siwar, encamên operasyon û şerê li herêma Şehba de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Ceyş el Siwar, encamên operasyon û şerê li herêma Şehba de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê di operasyonên li vê herêmê de bi dehan gund hatin rizgarkirin û 216 çete hatin kuştin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran (Ceyş el Siwar) wiha ye:
“Ji raya giştî re
Komên çete yên bi serkêşiya Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li herêma Ezazê tevdigerin, ji destpêka îsal ve gelek êrîş birin ser navendên hêzên me yên li gundên Kiştar, Tinib û Malkiyê. Di encamê de di navbera hêzên me û komên çete de pevçûn rû dan.
Ji bo rêgirtina li pêşiya êrîşên komên çete û peydakirina aramiyê ji welatiyên herêmê re, bi navbênkariya aliyekî sêyemîn ji bo agirbestê 3 caran lihevkirin pêk hatin. Li gorî mercên lihevkirinê divê komên çete deverên dagirkirine vala bikin û radestî hêzên Artêşa Şoreşgeran bikin.
Lê mixabin ev lihevkirin gelek caran ji aliyên van komên çete ve hate binpêkirin û êrîşên xwe li dijî navendên me yên li Kantona Efrînê zêde kirin. Her wiha çeperên hêzên me yên li hemberî rejîma Sûriyeyê li taxên Bustan Paşa û Hulok ên bajarê Helebê, ji aliyê van koman ve hedef hatin girtin.
Me wekî Artêşa Şoreşgeran ji bo parastina welatan û şervanên xwe hemleya rizgarkirina herêmê ji çeteyan îlan kir. Di hemleyê de gundên (Kiştar, Tinib, Malkiyê, Mereenaz, Minix û balafirgeha leşkerî ya Minixê, Kefer Nasih, Kefer Naya, Eyn Deqnê, Erfêd ‘Til Rifeet’, Aşê El-Feysel û Dêr Cemalê) ji çeteyan û komên girêdayî wan hatin rizgarkirin.
Piştî ku agirbesta li Sûriyeyê ji aliyê Rûsya û Emrîka ve di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, me wekî Artêşa Şoreşgeran ji aliyê xwe ve diyar kir ku em ê li hemberî vê agirbestê rêzdar bin û em ê tenê mafê xwe yê bersivdayînê bikar bînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de miqdara çek û cebilxaneya ji çeteyan ên herêma Şehba (gundewarê bakurê Helebê) hatine destserkirin wiha hatin rêzkirin:
“BKC (3), Doçka 12.5 (1), Doçka 14.5 (1), topavêja RBG (1), berno (15), Çîfte (66), Kalşnîkov (36), çeka sekvan (3), damançe (19), çeka love (1), hawanavêj 120 (2), hawanavêj 82 (2), guleyên doçka 14.5 (49 qutî +100 gule), guleyên doçka 12.5 (60 qutî), guleyên M16 (2 qutî), guleyên BKC (3000), guleyên kilaşnîkov (4000), guleyên çîfte (1000), hawan 120 (70), hawan 82(100), bombeyên destan (30), bombeyên fetîl (120), dûrbîn (100), jarjorên kilaşnîkov (175), jarjorên ozî (23) û rûkêtên BMB (3). Her wiha di şer û pevçûnan de 216 çete hatin kuştin û cenzeyên 29 çeteyan ketine destên hêzên me.”