Ji bo wekîlên hatin girtin wê serî li DMME, DDB û Komîsyona Venedîkê bidin

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ji bo parlamenterên HDP'ê yên hatin girtin, bên berdan wê serî li dadgeriya biryara girtinê daye, Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) û Komîsyona Venedîkê bidin.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ji bo parlamenterên HDP'ê yên hatin girtin, bên berdan wê serî li dadgeriya biryara girtinê daye, Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) û Komîsyona Venedîkê bidin. 

Wekî darbeya ku li dijî parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) ya di 2'yê Adara 1994'an de pêk hat û "lekeyekî reş" derbasî dîroka siyasî ya Tirkiyeyê bû, di 4'ê mijdarê de li dijî Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de li hemberî 12 parlamenteran pêk hat. Piştî ku destnedayînên parlamenteran hate rakirin 5 meh derbas bû daraza di bin emrê hikûmeta AKP'ê de Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenter hatin binçavkirin. Di encamê de Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Ferhat Encu, Selma Irmak, Leyla Bîrlîk û Abdullah Zeydan hatin girtin, Sirri sureyya Onder, Zİya Pîr û îmam Taşçier jî bi şerta kontrola edlî hatni berdan. Parêzer Mehmet Emîn Aktar û Parêzer Nûşîn Uysal  binçavkirin û girtina parlamenteran nirxandin û di warê hiqûqî de wê çi bê kirin anîn ziman. 

'GELEK TIŞT NÎŞAN DIDE KU EV OPERASYONEKÎ SIYASÎ YE'

Parêzer Aktar diyar kir ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenter di bin navê qilifê hiqûqî de bi operasyonekî siyasî hatni binçavkirin û girtin û wiha berdewam kir: "Li vir hiqûq nîne. Mekanîzmaya darazê ya ku li Tirkiyeyê tuneye  xistin dewreyê û bi awayekî kêfî azadiya wa hate astengkirin. Tişta ku hat kirin ev e. Gelek tişt nîşan didin ku ev operasyonekî siyasî ye. Der barê 12 parlamenteran de li Amed, Colemêrg, Şirnex û Çewlîgê lêpirsînên cuda hene.  Dosyayên hemûyan cuda ne. Hûn çima bi awayekî hem wext bin çav dikin. Armancekî siyasî heye. Jixwe bi awaya çêkirina operasyonê nîşan dide ku operasyonekî siyasî ye. Aliyê din jî hê  destnedayînên parlamenteran ên qanûnçêkirinê heye.  Ligel vê yekê jî bi awayekî kêfî hatin binçavkirin. Her çiqas madeyekî demî derxistin jî li gorî usulê destnedayîn nehatine rakirin. Li aliyê din jî rewşa darazê ya di demên dawî de. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê di daraza tirk de 3 hezar û 500 dozger û dadger hatin îxrackirin. Ji wan 3 hezar girtî ne. Niha rewş bi vî rengî ye, dozger fermana ku tê dayîn çawa pêk neyne û bêalî be. Ev ne pêkan e. Tİşta ku me dît jî ev bû."

'GER SIYASETMEDAREK NEAXIVE wê ÇI BIKE'

Aktar li hemberî gotinên wekî "heke îfade nedin wê wisa be" yên ku hin derûdor dikin jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Em hemû dizanin ku heke h^nu li hemberî yekî hin sûcdarkirinan bikin, divê hincetên sûcdarkirinê û bi rastî jî sûcdar e yan na îspat bikin.  Kesê ku tû sûcdarkirin ne mecbûr e îspat bike ku sûcdar nîne. Lê ji bo vê yekê yek delîl jî nehatiye nîşan dan.  Dema ku birêz Demîrtaş li dozgeriyê bersiv neda pirsyan, pirs nehat kirin. Lê di nivîsa ku ji bo bê girtin hat nivîsandin de, tê dîtin ku ji ber axaftinên xwe yên  kiriye hatiye sûcdarkirin.  Tenê ne Demîrtaş hemû parlamenter ji ber xebatên xwe yên siyasî û axaftinên xwe hatin sûcdarkirin. Delîl ev bûn, ji bilî vî jî tu delîl tunebû. Siyasetmedar wê biaxive, fikrên xwe vebêje. Hke siyasetmedarek vê yeke, neaxive wê çi bike."

Aktar destnîşar kir ku dewletê berî ê hemû amûrên şîdetê daye Kurdan û wiha got: "Gelo Tirkiyeyê çiqas li hemberî van pêkanîn û feraseta ku civakî tîne li hemberî hev û ji hev nefret bikin li ber xwe bide. Tirkiye nikare vê yekê rake. Evqas nehiqûqî heye, raya giştî ya navneteweyî wê çi bibêje em nizanin. Em ê rojên pêş vê bibînin. Lê civaka Tirkiyeyê heta îxtidar jî nikare evqas zilma ku pêk tîne rake.  Çima nikare rake. Ji ber ku divê me hemûyan teslîm bigirin. Vî civakî gelek demên tarî dît. Dibe ku em rojên xirabtir jî bibînin. Li gorî min sekna mafdar tu caran nikare bê çewisandin. 

'BI BIRINA BAJARÊN DIN EWLEHIYA CANÊ WAN DIXIN XETEREYÊ'

Aktar destnîşan kir ku  parlamenter birina bajarên din û wiha axivî: "Hûn parlamenteran digirin û nabin girtîhekî li Amedê, dibin, Edîrne, Kocaelî, Enqereyê. Ji malbat û civakê tecrîd dikin. Dİ salên 90'an de min pêkanînê bi vî rengî nedît. Hûn parlameteran birina bajarên din ewlehiya canê wan dixin xetereyê. Em bi pêkanînekî bi vî rengî kêfî re rû bi rû ne. Ev mirov siyasetmedar in, li ber çavên raya giştî ne. Qasî hezkiriyên wan hene ewqas jî  ji ber têgeha we afirandiye kesên ku heznakin jî heyen. Gelek kesên ku bi çavên dijmin dinêrin jî hene.
Aktar  di dawuya nirxandinên xwe de got ji bo parlamenterên HDP'ê yên hatin girtin, bên berdan wê serî li dadgeriya biryara girtinê daye, Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) û Komîsyona Venedîkê bidin.

'GIRTIN Û BINÇAVKIRANAN ENCAMA KU PÊŞIYA SIYASETÊ GIRTIYE DERXIST HOLÊ'

Parêzer Nûşîn Uysal jî anî ziman ku girtina parlamenteran ji ber xebatên xwe yên siyasî û axaftinên xwe pirsgirêkekî cidî ye û wiha berdewam kir: "Tişta ku hûn dibêjin xebatê parlamentoyê, tenê dengdayîna qanûn an jî pêşnûmeyekî nîne. Di heman demê de siyaset meşandin jî parçeyekî vê ye. Li cihê ku hûn siyasetê bikin divê hûn daxuyaniyê bidin raya giştî, çapemeniyê, beşdarî mîtînga bibin, civînan li dar bixin, fikrên xwe aşkera bikin. Ev riya herî rewa ya siyaseta we ye.  Lê tiştên ku di dosyayê de cih digirtin ev bûn. Girtin û binçavkirinan encamekî ku pêşiya siyasetê girtiye derxistiye holê.  em dixwazin parlamenter bên berdan. Pirsgirêka kurd divê bi riyên demokratîk û  aştiyane bê çareserkirin.