Rêxistina BDP'a Sêrtê ji bo operasyonên siyasî û leşkerî şermezar bike û bihîstiyariya gel zêdetir bike dê şeva piştgiriyê lidar bixe.
Rêxistina BDP'a Sêrtê ji bo operasyonên demên dawiyê li hemberî BDP'ê pêk tê û şermezarkirina girtina rêvebir û şaredarên Wanê sibê li şanogeha Amfî ya Tizlar Tepesiyê saet 19.00'an de dê xwepêşendanekê lidar bixe. Ji bo gel tevlî şevê bibe li gelek noqteyên bajêr afîş hatin daliqandin. Serokê BDP'a navçeya navendî ya Sêrtê Halît Kaçar diyar kir ku, ji bo ew ji operasyonan re bibêjin êdî bese bi tevlîbûna parlementer û şaredaran dîsa bi tevlîbûna hûnermendan dê şevekê lidar bixin. Kaçar banga tevlîbûna şavê li Sêrtiyan kir.
Parlementerê Colemêrgê yê BDP'ê Adil Kurt, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Serokê BDP'a Sêrtê Seracettîn Kayran jî dê tevlî şevê bidin. Hunermend Serhedo û Koma Dengê Botan jî di şevê de ew dê konser bidin.