Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û 4 BDP'yiyên ku li dozgeriyê îfadedayînê red kirin bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Karûbarên Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Seroka BDP'ya Wanê Mîhrîban Şah, Serokê BDP'a Wanê yê berê û parêzerê buroya sedsalê Cuneyt Caniş, Şaredarê Elbakê Hecer Saruhan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler ên li dozgeriyê bi dawî bû.
Şaredarê Elbakê Hecer Saruhan piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan. Lê tevî şaredar Bekîr Kaya 5 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ya nobedar kirin.