Ji bo taziyeya Tahîr Elçî herîkîna gel

Ji bo taziyeya Tahîr Elçî herîkîna gel didome.

Taziyeyê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark hatibû danîn rastî eleqeyek zêde hat.

Di sêyemîn roja taziyeyê de malbatên Roboskiyî, wekîlên HDP’yî, parêzerên girêdayî baroyên cuda û gel tevlî taziyeya ji bo Elçî hatiye danîn bûn. Kesên ji bo ziyaretê hatin ji aliyê endamên malbetê li ber derî hatin pêşwazîkirin.

Di nav kesên sersaxî xwestin de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî hebû.