Ji bo şervana YPJ’ê Fîdan Yalçin mewlûd hat dayîn

Ji bo şervana YPJ’ê Fîdan Yalçin (Jiyanda Çarçela) a di operasyona li herêma Hesekê ya Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.

Ji bo şervana YPJ’ê Fîdan Yalçin (Jiyanda Çarçela) a di operasyona li herêma Hesekê ya Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.

Ji bo şervana YPJ’ê Fîdan Yalçin (Jiyanda Çarçela) ya li herêma Hesekê ya Rojava bi deh hevalên xwe re di operasyoneke di çarçoveya pêngava ji bo paqijkirina çeteyan hatibû destpêkirin, jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wan 5 roj in li deriyê sînor ê Xabûr bi sedema ‘ewlekariyê’ tê astengkirin mewlûd hat dayîn.

Bi sedan welatî  di mewlûda konê taziyeyê yê li pêşiya mala wê ya li Taxa Yenîmahalleyê ya navçeya Artemêtan a Wanê amade bûn. Di konê taziyeyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê û PKK’ê û posterên şervana YPJ’ê Yalçin hatin hilgirtin.

Jin bi awayekî girseyî tevlî mewlûda ji bo şervana YPG’ê hat dayîn bûn. Piştî mewlûda ku jinan xwend ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê destpêkê rêveberê MEYA-DER’ê Îdrîs Şaybak axivî û diyar kir ku, sîstemên ji bo gelê Kurd ji bilî mirinê ti mafekî din nas nakin, erdnîgariya Rojhilata Navîn vediguherînin dojehê û her roj ciwanan qetil dikin.

Hevserokê DBP’a Wanê Hamiye Şahîn a piştî Şaybak axivî jî bal kişand ser operasyonên siyasî û leşkerî yên di van rojên dawiyê de. Şahîn got, “Stratejiya li ser bingeha înkar û tinekirinê ya Kurdan a Hikûmeta AKP’ê ya vê pêvajoyê zerarê dide hemû gelên Tirkiyeyê.

Piştî Şahîn bavê şervana YPJ’ê Yalçin Ferît Yalçin jî diyar kir ku zaroka wê  ji bo gelê xwe û gelê cîhanê ji çeteyên hov û dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê biparêze bedena xwe kiriye mertal û got, “Di vê oxirê de cane xwe daye û ez bi zaroka xwe serbilind im.”

Piştî axaftinan mewlûd bi xwarinê bi dawî bû.

...