Ji bo sendîkavanan girtîgeha herî mezin: Tirkiye!

Ji bo sendîkavanan girtîgeha herî mezin: Tirkiye!

"Em di nav şert û mercên wisa de dijîn ku, di dema derbeyê de jî ne wisa bû’. Sekreterê Gitşî yê KESK’ê Îsmaîl Hakki Tombul piştî binçavkirina 71 sendîkavanan ev gotin anîbûn ziman û ev gotin jî rewşa Tikriyeyê vedibêje.

Di 25’ê hezîranê de Tirkiyeyê, şahidiya operasyona herî mezin antî-senîkal kir. KESK û sendîkayên girêdayê wê hedef hatin girtin û 71 sendîkavan hatin binçavkirin. Xala wan a hevpar ev ku bi kurd bûn û li dijî polîtîkayên neo-lîberal aktîf bûn. Di nava kesên hatin binçavkirin de serokê Giştî Lamî Ozgen jî hebû.

67 SENDÎKVAN DI GIRTÎGEHAN DE NE

Di navbera 28-29’ê hezîranê de 28 sendîkavan hatin girtin. Lamî Ozgen jî di nav de yên din hatin berdan. Bi vî awayî di serdema AKP’ê de hejmar sendîkvanên girtî bû 67. Ev hemû di bin navê KCK’ê de hatin girtin. Gelekên wan bê delîl ji 2009’an de digirtîgehan de ne.

Ozgen piştî ku serbest hat berdan wiha got: “Em ji kevneşopiyek wisa tên ku, encam çi dibe bila bibe, me li hemberî zextan serî netewand, em natewînin û dê wisa bidome.”

Rojek berê jî sekreterê Giştî yê KESK’ê Hakki Tombul rewşa Tikriyeyê wiha vegot: “Ev şertên ku em têde dijîn, ji şert û mercên derbayê jî wêdetire. Ji 1980’an heta niha cara yekem serokê konfederasyonekê hatiye binçavkirin.

OPERSYONÊN KCK’Ê YÊN MUXALÎFAN HEDEF DIGIRE

Sendîkvan di bin navê KCK’ê de hatin girtin. Di hilbijartinên Adara 2009’an de piştî serkeftina partiya legal a kurd, çend hefte şûnde di çarçoveya operasyonên KCK’ê de girtin û binçavkirinên herî girseyî yên dîroka komara Tirkiyeyê pêk hatin.

Kesên ku daxwazên xwe yên rewa anî ziman, kesên tevli çalakiyan bûn, ramanên xwe anîn ziman bûn hedefa van operasyonan. Êdî roja ku girtin û binçavkirin nebe, tune bû.

Di çarçoveya operasonan de 35 şaredar û 6 ji wan parlameneter 8 hezar endamên aktîf yên BDP’ê girtine. Dîsa 40 parêzer, bi sedan xwendekar, bi dehan rojnameger, bi sedan jin di girtîgehan de ne. Rejîma AKP’ê Tirkiye veguherand girtîgeha herî mezin a cîhanê. Dema hate desthilatdariyê hejmara girtiyan 60 hezar û niha 130 derbas kiriye.

KIŞANAK: EV OPERASYONEKE ETNÎKÎ YE

Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak wiha gotibû: “Bi awayekî vekirî AKP li dijî kurdan operasyonê dide meşandin. Di bin fermana AKP’ê de ji aliyê dadgehên rayeya taybet operasyona etnîkî pêk tîne. Ev nîjadperestiye, newekheviye. KESK ji bo mafê kedkarên Tirkiyeyê bigiri konfedarayona herî zêde têdikoşeye. Li hemberî polîtîkayên neo-lîberal têkoşîna aktîf dide. Lê em li welatekî wisa dijîn ku sibe ku em radibin dibînin ku bi rehetî bi ser KESK’ê de tê girtin. Ji xwe re dbiêje ez bi demokrasiyê têm birêvebirin, lê li welatên demokratîk operasyon nayên kirin. “

JI SENDÎKAYA FRENSÎ BO KESK’Ê PIŞTGIRÎ

Sendîkaya Fransî Union syndicale Solidaires, opersyona li dijî KESK’ê şermezar kir û wiha got: “Sendîkavanên hatine girtin bila serbet bên berdan. Tenê sûcê wan eve ku jki bo mafê xwe yê sendîkal têkoşiyane. Em operasyona li dijî mîlîtanên siyasî yên kurd, binaçvkirinên keyfî bi tundî şermezar dikin.”

ITUC: DIVÊ DEMILDEST SERBEST BERDIN

Konfederasyona Sendîkavanên Navneteweyî (ITUC) daxuyaniyek der barê vê de da û wiha got: “Girtin û binçavkirina sendîkvanan nayê qebûlkirin. Hikûmet divê sendîvanana wekî terorîst nebîne û dev jê berde. “

Her wiha ITUC ji rayedarên Tirk re jî nameyek şand û ji serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan xwest ku sendîkvana serbet bên berdan.

Ligel vê ITUC di 9’ê hezîranê de di konferansa ILO de rapora xwe ya “Binpêkirina mafan a sendîkal’ de diyar kir ku Tirkiye di warê binpêkirina mafan de li Ewropayê yekemîne.