Ji bo rojnamevanên girtî çalakiya 'Rojên şahîdiyê'
Cemiyeta Rojnamevanên Azad, ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnamevanên girtî, di çarçoveya Rojên Şahîdiyê' de çalakî lidar xist.
Cemiyeta Rojnamevanên Azad, ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnamevanên girtî, di çarçoveya Rojên Şahîdiyê' de çalakî lidar xist.
Cemiyeta Rojnamevanên Azad, ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnamevanên girtî, di çarçoveya Rojên Şahîdiyê' de çalakî lidar xist. Di çalakiyê de hat xwestin, nûçegihanên DÎHA'yê yên girtî derhal bên berdan û hat gotin, "Hûn nikarin bi bombe û dozan pêşî li me bigirin."
Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA), ji bo azadiya Rojnamevanên Girtî bi slogana "Dest nede mafê min ê nûçeyan" bi tevlîbûna bi dehan rojnamevanan li ber Edliya Amedê şahidiya rojnamevanên girtî kirin.
Di çalakiyê de Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol, Serokê Çapemeniya Basin Îş'ê yê DÎSK'ê Faruk Eren, Nivîskara T24 Nurcan Baysal, ji CRA, DÎHA, JINHA, Azadiya Welat, Ozgur Gun Tv, ÎMC, VAN tv, JIYAN TV, Azadî TV û gelek saziyên çapemeniyê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên 13 nûçegihanên DÎHA yên girtî hatin rakirin û pankarta "Ji Rojnamevanên Girtî re Azadî" hatin vekirin.
Di çalakiyê de Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan diyar kir, ku hemû hevalên wan ên rojnamevan bi îdîaya ku ne rojnamevan in tên darizandin, lê ew li vir îspat dikin ku hemû hevalên wan ên rojnamevanên herî jîr û jêhatî ne. Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol jî anî ziman ku bi salan e di gelek saziyên çapemeniya azad de xebitî û di van salan de bi dehan hevalên wî yên rojnamevan hatin qetilkirin û niha jî tên girtin. Aykol da zanîn ku dewletê nikarîbû bi bombeyan û kuştinê wan ji rojnamevaniyê dûr bixe, wê niha bi girtin û binçavkirinê jî nikaribe wan ji mafê wan ê rojnamevaniyê dûrbixe. Yên difikirin ku êdî em nûçeyan çênekin û raya giştî agahdar nekin xwe di xapînin. Ne pêwiste di dibistanên rojnamevaniyê re derbas bibin. Her mirovek rojnamevanek e. Em ê li şûna wan rojnamevaniyê berdewam bikin. Eger hin kes ji nûçeyên me aciz dibin, wê demê em rojnamevaniyeke rast dikin."
MAFÊ ME YÊ ROJNAMEVANIYÊ NABE BÊ ASTENGKIRIN
Serokê Basin-Îş'a DÎSK'ê Faruk Eren jî anî ziman ku Tirkiye di pêvajoyek zahmet re derbas dibe û ji vê pêvajoyê rojnamevanên DÎHA jî para xwe digirin. Eren anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin rojnamevanên girtî û rojnamevan bên berdan hatine vir û wiha got: "Rojnamevan ji ber mafê xwe yê rojnamevaniyê û nûçeyên çêkirine tên girtin û darizandin. Em dixwazin demek berî demekê rojnamevanên girtî bên berdan. Em li vir şahidin ku nûçegîhanên DÎHA rojnamevan in û em şahidên wan in.
BILA ROJNAMEVAN SERBEST BÊN BERDAN
Nîvîskara T24 Nurcan Baysal jî da xuyakirin, ku ew li gorî 40 rojnamevanên hatine girtin ne rojnamevan in û wiha got: "Niha 13 rojnamevan ên DÎHA girtî ne. Hemû nûçegîhanên DÎHA rojnamevan in. Ez şahidim ku ew rojnamevan in."
Piştî axaftinan Rojnamevanan ji nûçegîhanên DÎHA Nûrî Akman, Ziya Ataman, Nedîm Oruç, Şermîn Soydan û Edîtorê Azadiya Welat Şoreş Olçen re şahidî kirin ku hemû rojnamevan in. Çalakî wê di meha Hezîranê de her Pêncşemê li ber Edliyê berdewam bike.