Ji bo rojnamevan Vedat Kûrşûn 10 sal cezayê girtîgehê

Ji bo rojnamevan Vedat Kûrşûn 10 sal cezayê girtîgehê

Dadgeha Bilind 10 sal cezayê Midûrê Karê Nivîsan û Xwediyê Îmtiyazê yê berê yê Azadiya Welat û rojnamevan Vedat Kurşun erê kir. Dadgehê der barê Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya li Tirkiyê bi tenê kurdî weşana rojane dike Azadiya Welat Vedat Kurşun 166 sal û 6 mehan ceza birî bû, piştî ku Dadgeha Herêmî ev ceza kir 10 sal ceza da Kurşun. Dadgeha Bilind jî biryara Dadgeha Herêmî ya 10 salan erê kir.

Dozger ji bo Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya li Tirkiyê bi tenê bi kurdî weşana rojane dike Azadiya Welat Vedat Kurşun 525 sal ceza xwestibû. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 13'ê gulanê sala 2010'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê dike" ji bo 103 hejmaran salek 6 meh ceza û her wiha bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" 12 sal cezayê girtinê dabû Kurşun. Parêzerên Kurşun serî li Dadgeha Bilind da.

Daîreya Cezaya 9'emîn a Dadgeha Bilind serlêdana parêzerên Vedat Kurşun nirxand û cezayê 166 sal 6 meh xira kir, Dadgeha Bilind diyar kir ku nikarin cezayê endamtiya rêxistinê bê dayîn û nikarin ji bo her hejmarake rojnamê cezayên cuda bê dayîn.

Dadgeha Cezaya Giran a 5'emîn a Amedê carek din doz nirxand û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kirin" 10 sal ceza da rojnamevan Kurşun. Biryara dadgehê li Dadgeha Bilind hat nirxandin û hat erêkirin.