BI DÎMEN

Ji bo rizgariya mirovahiyê min xwest bibim parçeyek ji şoreşê

Gerîlayê HPG'ê yê Elman Şiyar Gabar destnîşan kir, ku ji bo tekoşîna azadiya mirovahiyê wî berê xwe daye çiyê.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, tevî bandora xwe ya li ciwanên Kurdistanê bandoreke xurt li ciwanên şoreşger ên li gelemperiya cîhanê jî dike. Roj bi roj tevlîbûna ji neteweyên cuda li nava refên PKK'ê zêde dibe. Gerîlayê HPG'ê yê Elman Şiyar Gabar da xuyakirin, ku rizgariya mirovahiyê bi têkoşîna azadiyê ya PKK'ê dibe û wî jî xwestiye bibe parçeyeki ji vê hêviya rizgariyê, lewma tevlî nava refên gerîla bûye.

'MIN NEKARÎBÛ BÊ EDALETIYA LI CÎHANÊ QEBÛL BIKIM'

Şiyar da xuyakirin ku wî di nava tevgera çep a Elman de cih digirt û got, "Ez timî di nava lêgerînekê de bûm. Ji ber ku rewşa heyî têra min nedikir. Li kîjan devera cîhanê tevgereke şoreşger hebe, min lêkolîn dikir. Di encama van lêkolînên xwe de min Şoreşa Rojava dît û vê şoreşê gelekî bandor li min kir. Bi vê rêyê min PKK nas kir. Ji bo bibim parçeyek ji şoreşê min biryar da tevlî bibim. Hîn di emrê ciwantiyê de li ser sîstemê nakokiyên min hebûn. Dema min li dora xwe dinêrî didît ku mirov bi rengekî bê wate dijîn. Sîstemê civakeke bûye robot afirandiye. Jiyan li ser kirîn û firotinê hatibû avakirin. Jiyanek dûrî ji manewiyatê. Min jî jiyaneke bi vî rengî li xwe neanî. Min nekarîbû bê edaletiya li cîhanê qebûl bikim. Ya rast, ez nikarîbûm li nava sîstema heyî bijîm û li dijî vê yekê ketim nava lêgerînê."

'LÊGERÎNÊN MIN JI BO CÎHANEKE NÛ Û AZADIYEKE BI WATE BÛN'

Gerîla Şiyar piştî demekê dît ku tevgera çep a Elman di pratîkê de qels e û got, "Tevî ku di gotinê de sosyalîst in jî, di pratîkê de ji bo afirandina mercên şoreşê qels in. Dibe ku hin hewldanên şexsî hebûn, lê belê têra têkbirina sîstema kapîtalîst nedikir. Bersiv nedida hêzên desthilatdar û bê edaletiya heyî. Min jî dixwest teorî û pratîka min yek be. Ev jî bû sedem ku bikevim nava lêgerînên cuda. Ji ber ku diviyabû ez ji bo sosyalîzmê şer bikim. Lêgerînên min ji bo cîhaneke nû û azadiyeke bi wate bû. Di encama vê lêgerînê de min PKK nas kir. Yekane tevgera ji lêgerînên min re dibû bersiv PKK bû. Aliyê PKK'ê yê ku herî zêde bandor li min kir ew bû, teorî û pratîka xwe yek e. Eger wê jiyaneek azad, wekhev û alternatîf bê afirandin, divê teorî û pratîk hek bin. Fedekariya gerîlayên PKK'ê ku ji bo bibin heviya hemû gelan canê xwe feda dikin û cesareta wan a di vê rêyê de gelekî bandor li min kir."

'BI FÊHMKIRINA RÊBERTÎ RE EZ BÛM MÎNA ZAROKEKÎ NÛ JI DAYIK BÛYE'

Gerîla Şiyar da xuyakirin, ku piştî tevlî nava refên PKK'ê bû, wî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan xwendiye, bi vî rengî bersiv ji gelek pirsên di hişê xwe de dîtiye û got, "Piştî ku min felsefeya PKK'ê ji Rêbertî fêhm kir, min hîn baştir xwe, malbata xwe û civaka ji nav hatime analîz kir û vê yekê min kêfxweş kir. Mîna zarokekî nû ji dayik bûm. Ji ber ku min berê nikarîbû sîstema serdest analîz bikim."

'LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ EZ HÎN BÊHTIR NÊZÎ AZADIYÊ ME'

Gerîla Şiyar destnîşan kir, ku piştî hat çiyayên Kurdistanê wî hîn bêhtir xwe nêzî azadiyê dîtiye û wiha dewam kir: "Ya rast, haya min ji nêzîkatiya lîberal a çewt a azadîparêziya li nava sîstemê hebû... Lê min jiyana azad û watedar a rasteqîn li vir dît."

'PÊWÎSTE CIWANÊN CÎHANÊ BIBIN PARÇEYK JI ŞOREŞÊ'

Şiyar herî dawî got, "Pêwîste ciwanên cîhanê bibin têkoşerên şoreşê. Ji ber ku divê ciwanên li Ewropayê êdî bibînin ku di nava vê sîstemê de jiyan nabe. Sîstem bi derewên xwe, civakê dixapîne. Xwediyên sîstema kapîtalîst dibêje, dema şoreşê derbas bûye, sosyalîzm têk çûye. Ev çewt û şaş e. Îspata vê jî Şoreşa Rojava, felsefe û bîrdoziya Rêbertî ye. Lewma divê ciwan hemû tevlî nava refên gerîla bibin û ji bo azadî û sosyalîzmê têbikoşin."