Ji bo protestoya li Madrîdê bang tevlîbûnê
Komkujiya li Pirsûsê wê îro saet di 19:00 de li Madrîdê bê protestokirin.
Komkujiya li Pirsûsê wê îro saet di 19:00 de li Madrîdê bê protestokirin.
Komkujiya li Pirsûsê wê îro saet di 19:00 de li Madrîdê bê protestokirin.
Êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê wê îro saet di 19:00 de li paytexta Spanya Madrîdê were protestokirin. Komîteya Piştevaniya bi gelê Kurd û Rojava re, ji bo çalakiya li ber Konsolosxaneya Tirk banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em banga lezgîn a çalakiyan li gelê xwe û dostên gelê Kurd dikin. Ji bo em komkujiyên bi komployên AKP'ê û destê namerdên DAIŞ'ê li dijî Kurdan û mirovahiyê tên kirin bisekinînin, em bang dikin ku komkujî bê lanetkirin. Ti sedem, divê ji bo protestoya îro nebe asteng."