Ji bo parlementerê girtî Sariyildiz daxwaza tehliyeyê

Ji bo parlementerê girtî Sariyildiz daxwaza tehliyeyê

Bi rakirina sînorê asta jor ya di pakêta 3'emîn darazê de cih digire re ji bo tehliyeya parlementerên girtî hêviyeke nû afirand. Piştî ku Cîgirê Serokwezîr Bekîr Bozdag daxuyand ku tehliyekirin di destê dadgehan de ye, Parêzerên Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê yê girtî Faysal Sariyildiz serî li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê dan û tehliyeya Sariyildiz xwestin.

Cîgirê Serokwezîer Bekîr Bozdag li ser parlementerên girtî yên ji hilbijartinên 12'yê Hezîranê heta niha di rojeva Tirkiyeyê de ne daxuyaniya wekî; "Dema ku mirov sûcên parlementerên girtî dinêre ji ber sînorê jor ji 3 salan zêdetire heta roja îro kontrola edlî pêk nedihat, lê ji ber ku ev sînor niha hat rakirin biryar ya dadgehan e. Bi temamî dadgeh dikarin vê biryarê bidin. Me ji bo dadgeh li şûna girtinê darizandina serbest pêk bê derfet afirandin. Vê yekê jî dadgeh û dozger dê binirxînin."

PARÊZERAN JI BO TEHLIYEYA SARIYILDIZ SERLÊDAN KIRIN

Piştî Bozdag ev daxuyanî da Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek jî anî ziman ku dadgeh ji bo parlementerên girtî dikarin derfeta kontrola edlî bixin meriyetê. Hêvîdar im dadgeh vê peyama ku meclîsê daye baş fêm bike. Piştî van daxuyaniyan parêzerên parlementerên girtî ketin nava liv û tevgerê. Parêzerên Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê yê girtî Faysal Sariyildiz îro hatin 6'emîn Serokatiya Dadgeha Cezaya Giran a Amedê û ji bo tehliyeya mûwekîlê xwe serî lê dan. Tê payîn ku dadgeh di rojên pêşiya me de der heqê serlêdanê de biryar bide.

Ji hêla din ve jî parêzerên Parlementera BDP'ê ya Mêrdînê ya girtî Gulser Yildirim ji bo tehliyeya Yildirim dê serî li dadgehê bidin.

Tevî ku parlementerên BDP'ê Selma Irmak Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim ku di hilbijartinên 12'yê Hezîranê de bi dengeke bilind wekî parlementer hatin hilbijartin û mazbatayên xwe girtin jî nehatin tehliyekirin. Ji hemû parlementerên ku di bin navê operasyonên KCK'ê de hatin girtin Parlementerê bi 80 hezar dengan wekî parlementerê herî zêde deng girtî Hatîp Dîcle jî ji aliyê YSK'yê ve hatibû vetokirin û parlementeriya wî hatibû xistin. Li şûna Dîcle parlementera AKP'ê ya di rêza 6'an de cih digirt Oya Eronat wekî parlementer hatibû erkdarkirin.