Ji bo Parlementerê BDP’ê qedexeya hevdîtinê

Ji bo Parlementerê BDP’ê qedexeya hevdîtinê

Buroya Şêwirmendiyê ya Parlementerê BDP'ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan daxuyand ku tevî parlementer Ayhan, ji girtiyên siyasî 3 meh cezayê hevdîtinê hatiye dayîn.

Buroya Şêwirmendiyê ya Parlementerê BDP'ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan daxuyaniyekî nivîskî weşand û da zanîn ku ji bo beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya di 17'ê Kanûnê 2011'an de hate lidarxistin, 3 meh cezayê hevdîtinê dane parlementer Ayhan û girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa E'yê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku serlêdana parlementer Ayhan a di çarçoveya 3'emîn Paketa Darazê de kir ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin.