Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH), ji bo mîtînga 14'ê tîrmehê ya ji bo "Ji Ocalan re Azadî" banga tevlîbûnê kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Rezan û Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) tekildarî mîtînga 14'ê Tîrmehê ku di pêşengiya BDP'ê û KCD'ê de li qada Îstasyonê di 14'ê Tîrmehê de bi hişyariya "Ji Ocalan re Azadî" li Amedê pêk bê li avahiya BDP'ê ya Rezan daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîsta DOKH'ê û Rêvebera BDP'ê ya Rezan Birgul Harman, anî ziman ku, divê dîsa bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re disa muzakere bên destpêkirin. Harman bang li her kesî kir ku beşdarî mîtînga îstasyonê bibin.