Ji Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) endamên Meclisa Şaredariya Marsilyayê Joel Dutto, ji bo Leyla Zana ji Wezîrê Karê Derve yê nû yên Fransayê Laurent Fabîus re nameyek nivîsî. Dutto di nameya xwe de bang kir ku divê li hemberî zextên dewleta tirk ya ku nayê qebûlkirin bikevin nava tevgerê. Dutto got ku îro rêveberiya çepgir hatiye rêveberiyê û got tu hinceat vê piştgiriya bê şert a ji bo Tirkiyeyê tune.
Leyla Zana 24’ê Gulanê de ji aliyê Dadgeha Amedê ve ji ber 9 axaftinên wê yên cuda 10 ceza lê hate birîn. Endamê meclisa şaredariya Marsîlayayê Joel Dutto ji wezîrê Karê Derve yê Partiya Çep Laurent Fabîus re nameyek şand û wiha got: “Bi hinceta ku têkiliya wê bi PKK’ê re, edeleta dewleta tirk bi zextan demên derbeyê pêk tîne. Zana berê jî 10 sala d girtîgehan de mabû. Lê di encama zextên netewî de serbest hatibû berdan. Lê Zana îro dîsa mexdurê polîtîkayeke otorîtere. Ji roja ku AKP hatiye îktîdarê li hemberî kesên dij rejîmîn de zextên hovanek daye meşandin.”
Dutto di nameya xwe de balê dikişîne ser rewşa kesên girtî yên rojnameger, zarok, hilbijartî, parêzvanên mafê mirovan û parêzeran. Dutto wiha dibêje: “Welatekî ku enamên YE û endamê NATO’yê ye ev nêzîkatiya wê nayê qebûlkirin. Lê gelek welatên Ewropayê k udi nava wan de Fransa jî heye li dijî vê bê denge. Di sala 2011’an de bi hinceta têkoşîna bi terorê re di navbera Tirkiye û Fransayê de peymana ewlehiyê hate îmzekirin. Ev mînakek xemgîne. Îro çepgir hatine rêveberiya vî wlatî. Lê tu hincet vê piştgiriya bê şert a ji bo Tirkiyeyê qebûl nake. Divê li dijî binpêkirina mafan bê derketin û divê Fransa li dijî mahrumiyeta Leyla Zana û girtiyên siyasî dengê xwe bilind bike.”