Merasima ji bo leşkerên li navçeya Licê ya Amedê hatin kuştin, dê ji çapemeniyê re girtî pêk bê.
Walîtiya Amedê der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Licê Ercan Kurt û çawişê pispor Abdullah Acici de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê îro demjimêr di 15.45 de ji bo her du leşkeran li Nexweşxaneya Leşkerî merasimek bê lidarxistin û diyar kir ku merasim dê ji çapemeniyê re girtî pêk bê.
ÇIMA CENAZE VEDIŞÊRIN?
HPG’ê di daxuyaniya îro da de ragihand ku yek jê bînbaşi, bi giştî 5 leşker mirine. Piştî rejîma AKP’ê ji bo cenazeyan merasimek veşartî kir, vê yekê rê li ber gumanên li ser hewldanên veşartina wendahiyên leşkeran vekir. Tê diyarkirin ku AKP guman dike ku nerazîbûnê beşa nijadperest a Tirk li hemberî wê zêde bidin.
Alîkarê Serokê CHP’ê û Parlementerê Stenbolê Gursel Tekîn vê di 1’ê hezîranê de li Bûrsayê daxuyaniyek dabû û gotibû; “Her çendî çapemenî veşêre jî, lê di van sê mehên dawiyê de zêdetirê 150 leşkerên me şehîd bûne û dayîk digirîn.”
Li gorî bîlançoya meha Gulanê ya HPG’ê di mehekê de 105 leşkerên tirk hatine kuştin, 63 birîndar bûne, 24 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û 31 kes jî ji aliyê gerîlayan ve hatine girtin. HPG’ê da zanîn ku di meha gulanê de artêşa tirk 31 operasyon pêk anîne û gerîla jî li dijî vê 31 çalakî pêk anîne.