Ji bo konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Buyukertaş ziyaretên girseyî
Hevseroka Rihayê Hediye Enmek di konê sersaxiyê yê li Xelfetiyê ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Salih Buyukertaş (Şervan Amara) hatibû vedan de axivî , got têkoşîna azadiya Kurd demê xwe yê herî bihêz dijî.
ANF
RIHA
pêncşem, 9 pûşperê 2016, 17:34
Ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Salih Buyukertaş (Şervan Amara) ê ku di şerê li bejahiya gundê Zêvkan û Kertînîz ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wî gundê Sedek ê navçeya Xelfetî yê Rihayê konê sersaxiyê hate vedan. Kon bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin. Di pêşengtiya rêxistina HDP û DBP’ê ya navçe û bajarê Rihayê de konê sersaxiyê tê ziyaretkirin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Hevseroka DBP’ê ya bajarê Rihayê Hîdayet Enmek, Rêveberên HDP û DBP’ê, hevşaredarên Xelfetî û Bozovayê û endamên meclîsê û bi sedan kesî kon ziyaret kirin. Li pêşiya kon bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Jin derbasî mala sersaxiyê bûn û mêr jî li konê sersaxiyê kom bûn.Jjin dema derbasî mala sersaxiyê bûn dengê tilîlî û dirûşmeyên berxwedanê bilind bûn, her wiha lorîk jî bilind bûn.
Di konê sersaxiyê de Hevseroka DBP’ê ya bajarê Rihayê Hîdayet Enmek axivî û diyar kir ku M. Salih Buyukertaş ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê canê xwe da, anî ziman ku Buyukertaş ne tenê şehîdê malbatê, şehîdê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye. Enmek da zanîn ku gelê Kurd bi berdêlên mezin têkoşîna azadiyê hê zêdetir mezin kiriye û wiha got: “Dijmin bila vê baş bizanibe. Dikarin me qetil bikin. Dikarin me bigirin. Dikarin me êşkence bikin. Nikarin vîna me ya ji bo azadî, demokrasî, biratî û têkoşînê qut bikin, nikarin ti carî têkoşîn û berxwedana me asteng bikin. Ji ber ku ne di wê hêzê de ne û wê negihêjin wê hêzê jî. Bi berxwedana di pêşengtiya ciwanên Kurd de têkoşîn azadiyê wê bigihêje serkeftinê. Ji vê serkeftinê bi bawer bin, pir nêz e. Ji ber ku di vê nuqteyê de ji hemû deman zêdetir bihêz bûne. Em di demê xwe yê herî bihêz de ne. Di aliyê legal de bi hemû êrîş û zextan re hevrû ne. Heps tijî bûne. Ti hêz nikare me ji têkoşîna me ya azadiyê dûr bixîne.”
‘DIJMIN TÊK ÇÛ, JI BER KU EM TESLÎMÎ WAN NEBÛN’
Hevseroka DBP'a Rihayê Hîdayet Enmek di axaftinên xwe de Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç bi bîr anî û gotinên Tunç ên wekî 'Dijmin têk çû, ji ber ku em teslîmê wan nebûn' bi bîr xist û ev tişt got: "Çi dikin bila bikin, ew kesên ku dildarê vê dozê ne, wê vê têkoşînê berdewam bikin."
‘DEWLET Û DESTHILATDAR NAXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'e Mehmet Salih Buyukertaş de axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê naxwaze meseleya Kurd bê çareserkirin û ji ber vê li çar aliyê walat agahiyên mirinan tên.
Ocalan da zanîn ku di roja îro de ji bo gelê Kurd yekitî û hevgirtin mijara sereke ye, ji ber wê jî divê pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke demokratîk de bê bidestgirtin. Ocalan eşkere kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne hêsan e, ev pirsgirêk ne tenê ya 40 salan e, herî kêm 200 sal e berdewam dike û ev tişt got: "Divê demek ji ya din zûtir ev pirsgirêk bê çareserkirin. Di aliyê gelê Kurd de tiştekî ku çareseriyê asteng bike nîne. Eger dewlet û desthilatdarî bixwaze wê di nava demeke kurt de bê çareserkirin."