Zêdetirê 350 çalakvanên sivîl ji bo rewşa Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RKMM) rojnamevan û çalakê mafê mirovan Mihemed ê ku bi awayeke nexweş di benda 350 ya girtîgeha Tehranê de tê ragirtin û di greva birçîbûnê de, nameyek ji Lêkoleriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şandin.
Bi piştgîriya zêdetirî 350 çalakvanên sivîl, siyasî û rojnamevanên Kurd û Îranî, bal kişandine ser rewşa xirab a girtiyê siyasî yê Kurd, Mihemed Sedîq Kebûdwend û ji wan xwestine der barê veguhestina Kebûdwend bo derveyî girtîgehê, bi mebesta tedawiyê û hevdîtina bi zarokê xweyê nexweş re hewileke cidî bidin.
JI 350 ÇALAKÊN MAFÊ MIROVAN JI BO NY’YÊ NAME
Zêdetirê 350 çalakvanên sivîl ên Kurd û Îranî, ji bo Kebûdwend were dermankirin û bikare bi zarokê xwe yê nexweş re hevdîtin pêk bîne, nameyek ji Lêkoleriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şandin û xwestin ji bo rewşa Kebûdwend ê bi nexweşiya protestatê û gelek nexweşiyên din ketiye bikevin nava hewldanan. Çalakvanê Kurd û Îranî ji NY’yê daxwaz kirin ku bi mebesta tedawiyê û hevdîtina bi zarokê xweyê nexweş re hewileke cidî bidin.
MAFÊ WÎ YÊ HEVDÎTINÊ BI ZAROKÊN WÎ RE HEYE, LÊ DESTÛR TUNE
Serokê girtiyê ’’Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê’’ (RMMK) û rojnamevanê navdarê kurd, Mihemed Sedîq Kebudwend, ji sala 2009’an bê destûra derketina ji girtîgehê girtiye, li gor gotina hevsera wî, tenê çend caran û bi qasî çend saetan bi zarokê xwe yê nexweş re hevdîtin pêk aniye. Kebûdwend di pênç salên girtîgehê de du caran bi krîzên dil û mejî ketiye.
Girtiyê Kurd ê siyasî û çalakê mafê mirovan û di heman demê de serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) Mihemed Sedîq Kebudwend ê ku benda 350’emîn a Girtîgeha Evînê ya Tehranê de tê ragirtin, ji bo destûrdayîna hevdîtina bi zarokê xwe yê nexweş re, 14 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Çalakên mafê mirovan di gelek raporên xwe de balê dikişînin ser rewşa xirab a girîtgehan û tenduristiya Kebûdwend. Kebûdwend di nameyekî de ku di 15’ê Gulanê de ji girtîgeha Êvînê ya Tehranê, ji bo berpirsên hiqûqiyên Komara Îslamiya Îranê nivîsibû, ji bo çareseriya nexweşiya zarokê xwe, daxwaza destûrdayîna derketina ji girtîgehê kiribû.
Lê ji ber ku daxwaza wî ji aliyê berpirsên girtîgehê bê bersiv ma, navborî dest bi çalakiya greva birçîbûna bêdem kiriye. Kebûdvend di meha rêbenda îsal de jî, bi mebesta hevdîtina bi zarokê xwe re dest bi gireva birçîbûnê kiribû.
JI RÊXISTINA EFÛYÊ ÇALAKÎ
Hêjayê gotinê ye, ku Koma 415 ya Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Ai-Amnesty international) di 10’ê gulanê de ji bo rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ê ku 5 sal in di girtîgehên rejîma Îranê de tê ragirtin “tavilê” û “bê şert” serbest bê berdan, li komuna Loundun a herêma Poitou-Charentesê çalakiyek li dar xist.
Kebûdwend jî di nava 12 mehkûmên ramanê yên ku Koma 415’ê ji bo wan kampanyaya ku dê heta dawiya sala 2012 bidome dane destpêkirin de ye. Kom, 9’ê gulanê roja çarşemê li ber peykerê Théophraste Renau yê li komuna Loundunê li hev civiyan û biryardariya xwe ya ji bo piştgiriyê nîşan dan.
Damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê û serokê wê Kebudwend, di heman demê de di 27’ê pûşpera 2004 de sernivîskarê rojnameya Peyamê Merdomê Kurdistan a ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
Di gulana 2008 de ji aliyê dadgehê ve hate gazîkiri û 11 sal cezayê girtîgehê lê hate girîn. Ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ava kiriye, bi “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate sucdarkirin û her wiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mirovahiyê re hebû, bi hinceta “Komara Îslamî ya Îranê sucdar kiriye” hate tawanbarkirin.
Kebûdwend ji ber nexweşiya xwe di dawiyê de bi xweşiya penceşêrê jî ket û hemû hewl û kampanyayên ji bo serbestberdana wî hatine destpêkirin, bê encam man. Rêxistina Efûya Navneteweyî dixwaze Kebûdwend bê şert û merc di demek zû de serbest bê berdan.