Ji bo Hezexê sewqiyata leşkerî didome

Li Hezexê ku terora çeteyên dewleta Tirk di roja 7. de ye, sewqiyata leşkerî didome. Di encama topên tankan, ji gelek malan dûman bilind dibin.

Li navçeya Hezex a Şirnexê ya ku terora çeteyên dewleta Tirk di roja 7. de dewam dike, bi gelek TIR’an alavên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin. Hat ragihandin ku alavên leşkerî ên ku hatin sewqkirin birin Dibistana Amedeyiya Îmam Xetîb a ku leşkerên Tirk weke bargeh bi kar tînin.

Li aliyê din di encama topbarandina tankên ku li gundê Xirapşeref hatin bi cih kirin de li gelek malên li taxê şewat derket û bêkêr bûn. Li ser navçeyê dûmana reş bilind dibe.