Ji bo gêrîlayê PJAK'ê Botan mewlîd hate dayîn

Ji bo gêrîlayê PJAK'ê Botan mewlîd hate dayîn

Li taxa Gazî ya Colemêrgê ji bo gêrîlayê PJAK'ê Kemal Sakli (Botan Andok) yê ku par di meha tîrmehê de di operasyona artêşa Îranê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî teslîmî malbatê nehate kirin mewlîd hate dayîn.

Li taxa Gazî ya Colemêrgê ji bo gêrîlayê PJAK'ê Kemal Sakli (Botan Andok) yê ku di 27'ê tîrmeha 2011'an de li herêma Hewramanê jiyana xwe ji dest da mewlîd hate dayîn. Parlementerê Colemêrgê Adîl Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî mewlîdê bûn.

'SALEK DERBAZ BÛ LÊ CENAZEYÊ KURÊ MIN LI HOLÊ TUNEYE'

Bavê gêrîla Botan Huseyîn Sakli diyar kir ku, li gel salek derbaz bû hêj cenazeyê kurê xwe negirtin û wiha got: "Qet nebe ji bo em bigihijin hestiyên kurê xwe divê rayedar ji me re bibin alîkar. Di ser şahadeta kurê min de salek derbaz bû. Îro salvegera mirina Kemal e. Ji bo wî û hemû hevalên wî yên di vê rê de jiyana xwe ji dest dan em mewlîdekê didin."

'JI BO KURDAN ROJ HILTÊ'

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt jî diyar kir ku, ji bo kurda roj hiltê û rojên xwe nêzin û wiha got: "Heta îro di vê têkoşînê de gelek ciwanên me jiyana xwe ji dest dan. Ev ax bi xwîna şehîdan hêj bêtir pîroz bû ye."