Ji bo gerîlayê HPG’ê merasima bi heybet

Ji bo gerîlayê HPG’ê merasima bi heybet

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Muzaffer Anuştekîn ê ku di peçvûna li çoltarê navçeya Gimgimê ya Mûşê jiyana xwe ji dest da ji aliyê zêdehî 10 hezar kesan ve hate definkirin. Şopa şewitandinê û şkestina her du destên Anuştekîn îdaya li ser cenaze îşkence hatiye kirin anî berçavan.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Muzaffer Anuştekîn kê li di 24'ê gulanê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletî hate wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Anuştekîn li Tesîsên Altindag hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke qelebalix anîn Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê.

Dema karwana cenaze hate Goristana Yenîkoyê bi hezaran kesan bi slogana "Şehîd namirin" berz kir. Dema ku cenazeyê Anuştekîn ji ambulansê anîn xwarê jinan gul avêtin ser darbestê. Piştî cenazeyê Anuştekîn hate şoştin anîn mizgefta li Gorristana Asrî ya Yenîkoyê. Piştî nimêjê darbesta Anuştekîn bi alên PKK û KCK’ê hate pêçandin. Piştî re cenazeyê Anuştekîn ji aliyê girseyê ve hate girtin û ber bi goristanê ve dest bi meşê hate kirin.

Di meşê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di dema meşê de wesayît li aliyê rêyê rawestan û rê li meşê vekirin. Di meşê de posterên 3 gerîlayên HPG'ê yên bi hev re jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e", "Şehîd namirin", "PKK tolhildan" hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Anuştekîn bi sloganan hate definkirin.

SRUDA 'ÇERXA ŞOREŞÊ' HATE XWENDIN

Pişt duayan rêzgirt hate girtin û sruda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Piştî re girse sersaxî li malbtê da û belav bû. Li Mala Şînê ya Dercîmê ya Rezan sersaxî dê bên qebûlkirin.

DI VUCUDA ANUŞTEKÎN DE ŞOPA ŞEWITANDINÊ HEBÛ

Li aliyê din hatin diyarkirin ku li ser vucuda Anuştekîn şopa şewitandinê hebû. Ligel vê yekê her du destên Anuştekîn şikestîbûn û ev yekê ji gumana îşkence li cenaze hate kirin pêk anî.